Jinên Wanê ji bo hilbijartinên herêmî çi difikirin?

  • 09:03 18 Kanûn 2023
  • Ramyarî
Rojda Aydin - Zelal Tunç 
 
WAN - Şêniyên Wanê derbarê hilbijartinên herêmî de hêviyên xwe anîn ziman û gotin daxwaza wan ew e ku di vê hilbijartinê de rêvebiriyek baş bê û gotin: "Qeyûm ji bo bajêr tiştekî nekir. Her wiha ji bo me jinan Pergala Hevserokatiyê tiştek gelek baş e û çawa ku mêr birêve dibe, mafê jinê heye ku birêve bibe.”
 
Beriya hilbijartinên herêmî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 31’ê Adara 2024’an de bên lidarxistin, xebatên hilbijartinê yên di nava partiyên siyasî de bi serlêdanên namzetan ên li avahiyên navendan dest pê kirin. Piştî ku di sala 2019’an de qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin şûnde, tu xizmetek ji bo gel nehat kirin. 
 
Şêniyên Wanê derbarê pratîkên qeyûm û hêviyên xwe yên hilbijartinên 31’ê Adarê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
‘Em qeyûman naxwazin’
 
Keser Şahîn: Qeyûm ji bo gel heta niha tu tiştî nekiriye. Em dixwazin di vê hilbijartinê de kesên ku şaredariyê bi dest bixin ji bo me hin tiştan bikin. Şaredariyek wisa bê ku xizmeta gel bike. Em qeyûman qebûl nakin. Qeyûm xizmeta me nake û em naxwazin carekedin qeyûm tayînê şaredariyan bikin. Di heman demê de şaredarî ji bo ciwanên me tu nexebitî. Bi taybetî ji bo jinan divê hin cih bên kirin ku qadên jinan jî hebin.”
 
‘Qeyûm ji bo gel tu tiştî nekiriye’
 
Hazal Pala: Em şaredariyek û rêvebiriyek baş dixwazin. Ger ku serokê şaredariyê jin be dê baştir be. Ji ber ku jin pirsgirêkan baştir çareser dikin. Ez gelek hez dikim ku serok jin be. Em hêvî dikin ku kesên bên ser şaredariyê xizmetek baş bike. Em ji xizmeta qeyûmê nemûmnûn in. Qeyûmê heta niha ji bo me tu tiştî nekiriye. Ew bi tenê ji bo xwe tiştan dikin. Lê alîkariya welatiyên vê derê nakin. Ji bo gel tu karek nayê dayîn. Ji ber vê yekê em tu carî qeyûman qebûl nakin. Dê heta kengî ev qeyûm bên.”
 
‘Pergala hevserokatiyê gelek başe’
 
Behîce Oflaz: Em şaredariyeke kurdan dixwazin. Em dixwazin wek şaredariyên berê dîsa bê avakirin. Em qeyûman naxwazin. Em kurd in û tu carî wan naxwazin. Em dixwazin aramiyekê bê vê bajarê. Dema ku em lê dinêrin heta li qaldiraman de jî mêr rûdinên û hemû cihan desteser kirine. Em vê yekê qebûl nakin. Cihê ku tu bimeşî tuneye. Em azadiya jinê dixwazin û ev yek jî bi hilbijartinên herêmî jî pêkane. Jin dema bibe xwedî maf dê baştir vê bajarê rêve bibe û pirsgirêkên gel çareser bikin. Divê jin azad be. Jin berxwedan e, jin her tişte. Min heta niha nedîtiye ku qeyûmê xizmeta gel kiriye. Em êdî dixwazin gelê me jî di nava aramiyê de be. Em naxwazin ku tu dayikek êşê bibîne. Em naxwazin xwîn birije. Divê demildest çareseriyek bikeve vê cihanê. Em dixwazin girtiyên me yên di girtîgehan de bên berdan. Bila çareseriyek bînin. Bila zarokên me neyên kuştinê. Çend zor e ku dilê dayikan dişewite. Em kurd in û em ê tim li ser vê daxwaza xwe bin. Dibe ku em di bin ala dewleta tirk de bin, lê belê em aştiyê dixwazin. Ciwan hemû pêrîşan bûne, kar tuneye ku zarokên me bixebitin. Em di pêvajoyek gelek zor û zehmet de derbas dibin. Jin jiyane, jiyan jin e. Li aliyekî dinê ve dema ku baranek dibare kolan û kûçe bin avê de dibînin. Em dixwazin ev pirsgirêka rê jî bê çareserkirin. Ji bo hemû kesî xweşî divê hebe. Li aliyekî dinê em dikarin bêjin ku jin dema şareseriyê rêve bibe baştire. Divê jin azad bin. Serê her tiştî jin e. Lê di rêvebiriyê de jin baştire. Çawa ku mêr rêve dibe, mafê jinê heye ku ew jî welêt rêve bibe. Niha îro di partiya HDP’ê de pergala hevserokatî heye û ev tiştek gelek başe. Wekhevî û demokrasî pêwîste.”
 
‘Çi hebe ji HDP’ê heye’
 
Fîrîce Balî: Qeyûm tu xizmetê nake ji me re. Me nedîtiye ku ji bo gel tiştek kiriye. Li Wanê ew qas bêkarbûn heye, lê tu tiştek ji bo gel nake. Tu karek nade ciwanan. Niha pêşiya me hilbijartinek heye. Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Ji ber ku HDP xweş e. HDP xizmeta gel dike. Dewlet ji bo gel tu tiştî nake. Çi hebe ji HDP’ê heye.”  
 
‘Jin şaredariyê rêve bibe baştire’
 
Besna Erhan: Tu hêviya me ji desthilatdariyê tuneye. Ji ber ku di aliyê aboriyê de welat xirap bûye. Em ji bo Wanê tiştekê xweş dixwazin. Heta niha ji bo Wanê tu tiştekî nehatiye kirin. Îro hemû ciwanên me bêkar in. Em dixwazin ji bo jinan cihên xebatên bên vekirin. Bila qadên jinan jî hebin. Ji şaredariyê gelek bendewariyên me hene. Lê niha qeyûm tu tiştî nake. Îro li Wanê gelek zêde tiryak tê bikaranîn. Ji bo dawî li van tiştan bê divê ji bo ciwanan qadên çandê bên vekirin û cihên kar bên vekirin. Bi vê yekê re ciwan ji van tiştan dê dûr bikevin. Pergala hevserokatiyê ku îro tê meşandin tiştekê gelek başe. Ji ber ku bi saya vê pergalê pirsgirêkên civakê dê bên çareserkirin. Bi taybetî dema ku jin şaredariyê rêve bibin ev tişt baştir dibe. Ger ku ez bûbûma hevserok ji bo zarokan parqên baş vekira, ji bo kesên bêkar cihên kar vekira. Bi taybetî ji bo ciwanan hin tiştan bikirama. Li vir ji bo ciwanan tu tişt tuneye. Ciwanên li vê derê ji bo kar diçin li Stenbolê dixebitin. Şûna ku ew biçin, divê li vir qadên xebatê bên vekirin.”