45 sal in bi komkujiya Mereşê re nayên rû hev

  • 09:02 18 Kanûn 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Komkujiya Mereşê ku di raporên MÎT’ê de hat îtîrafkirin ku hatiye plankirin, tevî 45 sal derbas bû jî pê re nayên rû hev û tevî li ser dosyayê biryara veşartiyê tune ye bi awayekî kêfî di arşîvan de tê veşartin.
 
Komkujiye Mereşê ya li hember Elewiyên kurd di 19’ê Kanûna 1978’an de pêk hat û di ser re 45 sal der bas bû. Tevî di raporên MÎT’ê de derket holê ku komkujî hatiye plankirin 804 gumanbar bi bêcezahiştinê hatin xelatkirin û hîna bi komkujiyê re nehatine rû hev. Di 45 salan de çi hat jiyîn me ev berhev kir.
 
Pêngava ewil a komkujiyê
 
Di 19’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê bi hinceta madeya teqemeniyê avêtine Sînema Çîçek a ku fîlmê ‘Wê roj kengê hilbê’ dihat nîşandan, li hember Kurdên Elewî komkujî hat destpêkirin. Bi armanca destpêkirina komkujiyê sê kesî jiyana xwe ji dest da û piştre gelek komên rastgir dest bi êrîşan kirin. 
 
Li hember cenazeyan êrîş
 
Ewil li taxa Turkoglu komek ulkucu êrîşê navenda Partiya Gel a Komarê, PTT û Komeleya Piştevaniya Hemû Mamosteyan (TOB-DER) kirin. Piştre kiratxaneyên Elewiyan hat bombebarankirin. Di 21’ê Kanûnê de du mamosteyên endamên TOB-DER'ê hatin qetilkirin. Di 22'yê Kanûnê de êrîşê cenazeyên mamosteyan kirin.
 
Gel hat sorkirin
 
Di şeva 22’yê Kanûnê de ji hoporlara şaredariyê anonsa ‘sê muslimanên birayên me ji aliyê komunîstan ve hatin qetilkirin. Wê xwîna wan li erdê nemîne’ kirin û li ser van anonsan gel sor kirin. 
 
Li hember taxên Elewî êrîş
 
Li taxa Yorukselîm a Elewî, welatî bi êrîşa girseyên bi çek û alên tirk re hatin rû hev. Di êrîşan de gelek kes hatin qetilkirin û gelek mal hatin şewitanidn. Li taxa Serîtepe jî êrîş pêk hatin. 93 mal hatin texrîbkirin û 13 kes hatin qetilkirin. Li taxa Yusuflar, Sakarya, Yenîmahale, Magarali, Îsdîvanli û Dumlupinar malên Elewiyan hatin nîşankirin û piştre mal hatin şewitandin.
 
Di pêvajoya komkujiyê de leşker û hêzên ewlehiyê ji kolanan vekişiyan û komên rastgir li kolanan komkujî pêk anîn. Bi 24’ê Kanûnê re qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di civîna ku serokomarê demîr, lijneya wezîran, fermandarê giştî, fermandarê hêzên bejayî tevli bû de ji bo 13 bajaran OHAL hat îlankirin.
 
Li gorî daneyên fermî 111 kes hatin qetilkirin
 
Di komkujiyê de li gorî daneyên fermî 111 kes hatine qetilkirin. 552 mal û 289 kargerî hatine texrîbkirin û bi hezaran welatî axa xwe terk kir.
 
Doza hat vekirin 23 salan berdewam kir û dozên ku 804 kesên jê dihatin darizandin di 1991’ê de bi encam bû. Ji bo 29 gumanbarî cezayê darvekirinê, ji bo 7 heban muebet, ji bo 321 kesî navbera 1-24 salan de ceza hat birîn. Gumanbarên ji dervê cezayê muebet û darvekirinê , cezayên wan ji sedî 1/6 hat daxistin.
 
Gumanbarê sereke yê dozê Okkeş Kenger paşnavê xwe wek Şendîler guhert û piştî berat kir wek 19’emîn parlamenterê Mereşê yê MHP’ê hat hilbijartin.
 
Raporên MÎT’ê
 
Komkujiya Mereşê ku di raporên MÎT’ê de hat îtîrafkirin ku hatiye plankirin, tevî 45 sal derbas bû jî pê re nayên rû hev û tevî li ser dosyayê biryara veşartiyê tune ye bi awayekî kêfî di arşîvan de tê veşartin.
 
Dema bûyerên Mereşê berdewam dikir MÎT’ê ji bo hinek yekîneyên dewletê rapor amade kir û di raporan de digot bûyer pevçûnên Tirk-Kurd in. Di dosyaya MÎT’ê ya 12’ê Îlonê de îfadeya nivîsa destan a Okkeş Kenger jî cih girt. Okkeş Kenger di îfadeya xwe de êrîşa ku komkujî dida destpêkirin îtîraf dikir. Hasan Fehmî Guneş ku anîbûn şûna wezîrê karê hundir Îrfan Ozaydinli, diyar dikir ku tiliya MÎT’ê di êrîşan de heye.
 
Dosya komkujiya Mereşê heta 2022’yan de yanî 44 salan di bin biryara veşartinê de bû. Biryara veşartinê di 24’ê Sibata 2022’yan de hat rakirin. Dosyayên dozê hîna di arşîvên Fermandariya Hêzên Bejayî de cih digirin.