ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 18 Kanûn 2023
  • Rojev
*Şêniyên Wanê derbarê hilbijartinên herêmî de hêviyên xwe anîn ziman û gotin daxwaza wan ew e ku di vê hilbijartinê de rêvebiriyek baş bê û gotin: "Qeyûm ji bo bajêr tiştekî nekir. Her wiha ji bo me jinan Pergala Hevserokatiyê tiştek gelek baş e û çawa ku mêr birêve dibe, mafê jinê heye ku birêve bibe.” BI DÎMEN 
 
*Endama Komîteya Şopandin û Nûnera Meclîsa Parlamneter a Konseya Ewropayê Laura Castel diyar kir ku raporên meha Gulanê yên serdana Tirkiyeyê  pêşkêşî rayedaran dikin û got: “Rayedarên Tirkiyeyê Birêz Ocalan wek çek Îmraliyê wek laboratuvara îşkencê bi kar tînin. Li dijî tecrîdê alî girtin tê wateya piştgiriya gumanbar.” DÎMEN HEYE
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parêznameya bi navê ‘Manîfestoya Şaristaniya demokratîk’ nivîsî û krîz û kaosa di pêvajoya dîrokê de hatiye jiyîn û rê û rêbazên çarseriyê datîne holê.
 
*Di dema qedexeyên derketina derve ya li Sîlopiyê de Taybet Înan hatibû qetilkiri nû cenaza wê 7 rojan li kolanê mabû. Keça wê Halîme Akin wiha got: “Heta em bimrin em dayika xwe ji bîr nakin. Em ê xwedî li doza xwe derketin. Dayika min çîroka her kesî ya her demê ye. Ew êdî dayika her kesî ye.” BI DÎMEN 
 
*Komkujiya Mereşê ku di raporên MÎT’ê de hat îtîrafkirin ku hatiye plankirin, tevî 45 sal derbas bû jî pê re nayên rû hev û tevî li ser dosyayê biryara veşartiyê tune ye bi awayekî kêfî di arşîvan de tê veşartin.
 
*Li Rojavayê Kurdistanê tevî êrişên dewleta tirk û ambargoya Şamê kar û xebatên jinan dewam kirin. Di sala 2023’yan de jî jinan li kolanan dirûşmên xwe berz kirin û di gelek qadan de çalakiyên xwe li dar xistin.