Di Nobetên Edeletê de binpêkirinên mafan hatin axaftin

  • 20:59 17 Kanûn 2023
  • Rojane
MUGLA - Li Bodrumê Nobetê Edeletê yên li dijî biryara darazê hatibûn destpêkirin di roja sêyemîn de berdewam dikin. Di çalakiya Nobeta Edeletê de nameya Gultan Kişanakê hat xwendin.
 
Li navçeya Bodrum a Muglayê  li dijî biryarên darazê yên ji bo sazî û partiya siyasî , li Qada Şaredariya Bodrumê çalakiya ‘Nobeta Edeletê û kursiya serbest’ hat destpêkirin û  çalakî di roja 3’emîn de berdewam kir. 
 
Di kursiya serbest de nûnera Şaxa Egîtîm Sen a Bodrumê Nurgul Metîn Dogan axivî û da zanîn ku ji dîrokê heta niha mamoste bi zext û tundiyan re rû bi rû ne û balkişand ser mexduriyetên mamoste û xwendekaran.
 
Hevseroka DEM Partî ya Muglayê Fulya Erdogan nameya Gultan Kişanakê ya ku dijhiqîqiyên dijîn vedigot, xwend.
 
Civaknas Dîlek Hatatoglu jî ku bi KHK’ê ji kar hatibû îxarkirin, der barê binpêkirinên mafan yên jiyane de axivî û got wê li dijî van têbikoşin.
Endama Meclîsa Jinan a DEM Partî Mehtap Çîftçî jî xalên ji Peymana Stenbolê xwend û balkişand ser girîngiya qanûna hejmar 6284.