Parlamenter Ceylan Akça kovara Jîneolojiyê da wezîrê MEB’ê

  • 18:26 17 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo balkişand ser xebatên Jîneolojiyê  û da zanîn ku li herêmên tên dagirkirin polîtîkayên asîmîlasyonê di dewrê de ne û kovara Jîneolojiyê da Wezîrê MEB’ê Yusuf Tekîn. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça Cupolo li Meclîsê der barê butçeyên Wezareta Malbat û Perwerdê ku dihatin dîtin de mafê axaftinê girt.
 
Ceylanê di axaftina xwe de balkişand ser êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got li zanîngehên li wir hatine vekirin ziman Tirkiye û got ev zanîngehên asîmîlasyonê ne.  Ceylanê daxuyakirin ku li cihên rêveberiyên xweser hene xebatê Jîneolojiyê tên meşandin. 
Ceylanê piştî axaftina xwe got wê Kovara Jîneolojiyê bide Wezîrê MEB’ê Yusuf Tekîn. Ceylanê piştî axaftina xwe kovara jîneolojiyê da wezîr.