Li Stenbolê ciwanan 'Nobeda Edaletê' girt

  • 16:54 17 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Stenbolê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 5’emîn de dewma kir, Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz nobed girtin.
 
Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya xizmên girtiyan li Stenbolê li avahiya Rêxistina Navçeya Bagcilarê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) didome. Li dîwarên salona ku nobedê lê dewam kir, pankarta “Em ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkînin, em bibin dengê zindanan” û "Em tecrîdê bi dawî bikin û ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan" hat daliqandin
 
Ciwanan nobet girt
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya îro ji aliyê Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz, Endamên Komeleya Piştevaniyê  ya Alimên Olî (DÎAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partiyê yên navçeya Esenyurt û Maltepeyê û endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ve hate ziyaretkirin. Ciwan ji bo dilsoziya bi xizmên girtiyan re rojekê çalakiya nobetê li dar xistin.
 
'Heta daxwazên me neyên cih em naçin malê'
 
Dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 3 a Sîlîvriyê tê girtin Fînce Akman di nobedê de axivî û diyar kir ku di dema grevê de tiştek bê serê zarokên wê dewlet wê berpirsyar be. Fincê got, “Heta daxwazên zarokên me neyên bicihanîn em ji malên xwe dernakevin. Em ê li vir nobeta xwe bidomînin."