Çalakvanên Nobeda Edaletê: Mûhatap Abdullah Ocalan e

  • 15:05 17 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Nobeta Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 13’an de bi serdanan berdewam dike. Di çalakiyê de aktîvîsta TJA’yê Gonul Uzunay bertek nîşanê tecrîda girankirî da û got ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd mûhatap Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.   
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 13’an de li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) berdewam dike. Îro jî rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeya Rêya Armûşê, aktivistên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Starê û Şaxa DÎSK’ê ya Wanê serdana çalakiyê kirin.
 
‘Mûhatap Birêz Ocalan e’
 
Di çalakiyê de li ser navê jinan aktîvîsta TJA û Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gonul Uzunay axivî. Gonulê, di destpêka axaftina xwe de got çalakiya hatiye destpêkirin girînge û got ku ew piştgiriya çalakiyê dikin. Gonulê, wiha domand: “Vê çalakiyê da nîşandan ku di têkoşîna kurdan de du xalên girîng  ku heya îro me li ser piyan girtiye; yek têkoşîn û sekna jinanan e û bi taybetî dayîkên me yên laçik spî ne. Xala girîng a duyemîn jî xeta me ya azadiya kurd û Kurdistanê ku zindanan de hevalên dibe ku di nava çar dîwaran de bin, ewqas derfet tunebin jî dîsa jî çi ji destên wan tê têkoşîna xwe ji bo nasnameya xwe û gelê Kurd didomînin. Ji bo van xalên girîng bi salan e hûn jî têkoşînê didin.   Dema zarokên we tên girtin, hûn pêşengiya vê têkoşînê dikin. Ji bo ku tecrît bi dawî bibe sekna we ya pîroz ku bi dehan roje we daye destpê kirin, em hûrmetê xwe nîşan didin. Her wiha li Wanê, Amedê û bajarên dinê jî heman çalakî dest pê kiriye û em slavên xwe ji wan re dişînin."
 
'Muahatabê çareseriyê li Îmraliyê ye' 
 
Gonulê diyar kir ku bi taybetî divê ew armanca destpêkirinaa çalakiya greva birçîbûnê û nobeta edaletê ji raya giştî re bibêjin û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Îro li Tirkiyeyê çareser nekirina pirsgirêka kurd wekî birînek dev vekirî bi salane maye. Ev çaresernekirina pirsgirêka kurd tu feyde nedaye gelê Tirkiyeyê.  Bi salan e wek partiyên siyasî û tevgera jinên azad em bang dikin dikin ku demildest pirsgirêka kurd were çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê bi muhatabê wê re bê axaftin. Ev êş û jan bila ji dilê dayikên me derkeve. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd mihatapê sereke Birêz Abdullah Ocalan e û 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Gelê Kurd li hember vê yekê sekna xwe da nîşandan û got ku ev komplo di şexsê Birêz Ocalan de li ser têkoşîna azadiya gelê Kurd, nasname, çand û zimanê gelê Kurd hatiye pêkanîn. Birêz Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe rêhevaltiya jinên azad dike, bi taybetî jî ji ber vê yekê hatiye girtin.”
 
Çalakî piştî axaftinê bi serdanan û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berdewam kir.