Nobeda Edaletê di roja 14’an de ye

  • 14:47 17 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya ku ji bo piştgiriya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin bi dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" di roja xwe ya 14'an de berdewam dike.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di roja 21'ê de berdewam dike. Komeleya Alîkariya bi Malbatên girtiyan  (TUAY-DER) û malbatên girtiyan  jî di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî,  ji persgirêka kurd re çareseriya siyasî" di 10'ê Cotmehê de li gelek bajaran Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Çalakiya nobedê ya li Amedê di roja 14'an de berdewam dike. Çalakiya nobedê ya li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Navçeya Rezanê bi dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bijî berxwedana zindanan" dewam kir jinan got, "Heta ku daxwazên zarokên me pêk bê û Rêberê me azad dibe em têkoşînê bidomînin."