Li Mexmûr, Şengal û Başûr sala 2023'yan bi berxwedanê derbas bû!

  • 09:04 17 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Leyla Ayaz 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên başûrê Kurdistanê, Şengalê û Mexmûrê di sala 2023'yan de li dijî polîtîkayên ku dibin sedema qeyranên siyasî, ewlehî, aborî û civakî li qadan di bin dirûşma "Jin jiyan azadî" de civiyan û tevahiya salê bi berxwedanê derbas kirin. 
 
Geşedanên siyasî yên parçeyên Kurdistanê bandorê li hev dikin. Yek jî wan başûre Kurdistanê ye. Li hemberî başûrê Kurdistanê hikûmeta Bexda, Hewlêr û Enqerê polîtîkayên hevbeş ên siyasî, aborî, leşkerî û ewlehiyê didin meşandin. Ev polîtîka dibin sedema qetilkirina kurdan, dibin sedema qeyranên siyasî, civakî û aborî. Ev polîtîkayên hikûmetan li hemberî jinan jî taybet tên meşandin.
 
Rewşa ku îro li Başûr tên jiyîn ji bo jinan bêtir xeter e. Hişmendiya ku li vir heyî rê li ber tundî, êriş, destdirêjî û qirkirina jinan vedike. Jinên kurd îsal bêtir ji bo azadî, mafê jiyan, hiqûq, siyasî û aborî li qadan bûn. Pêşengtiya civakê kirin. Divê pêşengtî û berxwedana jinên êzidî û yên Mexmûrê jî neyê jibîrkirin.
 
Jinên kurd di sala 2023’yan de kolan û qadên Kurdistanê neterikandin û bi yek dengî daxwazên xwe anîn ziman. Em ê xebat û çalakiyên jinan ên li Şengal, Mexmûr û bajarên din ên Kurdistanê bînin ziman û bal bikişînin ser têkoşîna hevpar.
 
Rojên taybet û çalakiyên cuda
 
Bi taybetî ji bo jinên Mexmûr û êzidiyan mijara sereke tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Jinan pêşengtiya çalakiyên protestoyî ya li dijî komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmehê û 15’ê Sibatê kirin. 8’ê Adarê li tevahiya navçe û bajarên başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cuda hat pêşwazikirin. Di 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li gundên Şengalê û Mexmûrê pîrozbahî hatin lidarxistin û dar hatin çandin. Di 1’ê Gulanê de karkerên jin daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin. Fermana 3’yê Tebaxê ji hêla jinan ve hat bibîranîn û di 13'yê Mijdarê de jî rizgariya Şengalê bi girseyî hat pîrozkirin. 1'ê Îlonê bi meş û daxuyaniyan hat pêşwazîkirin û peyamên aştiyê hatin dayîn. Di 25’ê Mijdarê de jî çalakiyên cuda hatin lidarxistin û êrişên li hemberî jinan anîn ziman. Di 1'emîn salvegera qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel de li gelek deveran çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin. Dîsa bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî û şoreşa "Jin jiyan azadî" çalakî hatin organîzekirin.
 
Her wiha mijarek din a ku di sala 2023'yan de qet ji rojevê neket êrişên li dijî Qadên Parastina Gel a ku bi hevkariya PDK’ê pêk hatî, qetilkirina siyasetmedarên kurd, êrişên hewayî yên li hemberî Şengal û Mexmûrê, talankirin û texripkirina xwezaya kurdistanê bû. Li dijî êrişan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. 
 
Serdanên dîplomatîk
 
Li gelek gund, navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê jinan çalakiyên cuda li dar xistin û bernameyên taybet organîzekirin. Bi taybetî îsal li Silêmanî û Hewlerê xebatên dîplomasiyê ya jinan li pêş bû. Bi pêşengiya Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) şandeyeke navneteweyî ya jinan ji Elmanyayê bi armanca lêkolîna dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” di 19’ê Adarê de hatin başûr û serdana saziyên jinan kirin û nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kirin.
 
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî bi şandek jinên Rojavayê Kurdistanê re di 3’yê Nîsanê de berê xwe da Başûr û serdana rêxistinên jinan û partiyên siyasî kir. Hevdîtinên ku hatin kirin de peyama yekitiyê hatin dayîn.
 
Şandeya jinên Bakurê Kurdistanê ku ji hinek parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HEDEP) û çalakvanên jin pêk hat di 30’ê Mijdarê de li Silêmaniyê rêze hevdîtin pêk anîn. Bi saziyên jinan û nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn û bal kişandin ser çaraseriya pirsgirêkên jinan.
 
Kampanyaya 'Mafê Hêviyê ji bo Ocalan'
 
 Îsal li herêmê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), di 11’ê Nîsanê de bang li jinên Başûr kir ku tevlî çalakiya name şandinê ya ji Neteweyên Yekbûyî (NY) a di çarçoveya kampanyaya “Mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan” de hatî destpêkirin, bibin.
 
Rêjeya jinan a parlamentoyê
 
Li gor anketa navneteweyî, Iraq di aliyê rêjeya jinan a di nav parlementoyê de di rêza 65’emîn a welatên cîhanê de ye, di nav welatên ereb de jî di rêza duyemîn de ye. Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê di 2’yê Gulanê de serdana Seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê kir û daxwaz jê kirin ku rêjeya kursiyên jinan a di nava Parlementoya Herêmê de bibe ji sedî 50'î. Ji bo pêkhatina vê yekê jî proje yasayek pêşkêşî seroka parlementoyê kir. Hevpeymaniya Jinan dan zanîn ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi ezmûna jinan heye.
 
Li ser sinetkirina jinan konferans
 
Ligel şîdet, qetilkirin û destirejiyê li başûr pirsgirêkek din a girîng û qet nakeve rojêvê jî sinetkirina jinê ye. Derbarê mijarê de li Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Wadî ya Elmanî û rêxistinên jinan ên Iraqê ve di 16’ê Gulanê de konferansek bi mijara sinetkirina jinan a li Iraqê hat lidarxistin. Di konferansê de hat diyar kirin ku dê li bajarên mezin yên Iraqê pirsnameyek li ser rêjeya sinetkirina jinan amade dikin û hewil bidin yasayek ji bo qedexekirina sineta jinan jî derxin.
 
Zewicandina zarokan
 
Di 21’ê Mîjdarê de li Hewlêrê li avahiya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov bi hevkariya Unicef’ê Beşa Parastina Mafên Zarokan hat vekirin. Hat diyar kirin di nava du salan de zêdetirî 5 hezar keç, di temenê bin 18 saliyê hatine zewicandin. Dê li dijî zewaca di temenê biçûk de têkoşîn bê dayîn.
 
Têkoşîna li dijî pirzewacê
 
Diyardeya zewaca pirzewacê ya ku li gelek welatên Rojhilata Navîn heye, bi qanûn û hiqmên olî rewa dikin. Her çiqas li Başûr li dijî wê yeke qanûn hebe jî li pêşiya pirzewaciyê nagire. Mêr dema dixwazin cara duyem bizewicin diçin li dadgehên Iraqê bêyî ku lêpirsînek bê kirin karûbarên xwe pêktînin. Ji ber ku li gor yasaya Iraqê ev tiştek asayî ye. Ji bilî vê rojane medya PDK’ê jî vê tiştî rewa dike. Sazî û dezgehên jinan li dijî pirjiniyê ya ku pekutiyên herî xirab ên mirovahiye ya li hemberî jinan tê kirine di nav hewldanan de bûn.
 
Medyaya dijîtal û şîdet
 
Navenda Stratejî ya ji bo mafên mirovan a Iraqê di 28’ê Mijadarê de ragihand ku ji sedî 50'î jinan li Iraqê rubirûyî tundûtujiya medya dijîtal tên. Herî zêde di Facebook, Instagram, Messenger, Telegram û X’ê de bi tundiyê re rûbirû dimînin û ev jî rêjeyeke xeter e. Li dijî vê yekê sazî û dezgehên jinan bertekên xwe anîn ziman.
 
Bazirganiya zarokan
 
Di 29'ê Hezîranê de mijarek din a ku li Başûr bû rojeveke sereke bazirganiya zarokên keç bû. Zarokên keça ên ku li bar, kûlûbên şevê, otelên Hewlêrê dihatin şixulandin bi torên medyaya dijîtal jî bazara wan hatin kirin. Piştî ku ev rewş deşîfre bû sazî û dezgehên jinan daxuyanî dan û bertekên tund nîşanî rewşê dan û bang li rayedaran kirin ku rê li ber firotina zarokan bê rawestandin.
 
Pirtûkxaneya jinan
 
Di 25’ê Hezîranê de li Silêmaniyê Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku yek ji xewn û projeya Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû, hate vekirin. Cara yekem pirtûkxaneyeke bi vî rengî ya jinên kurd hat vekirin. Nûnerên saziyên jinan ên her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê tevlî merasîma vekirinê bûn.
 
Li Silêmaniyê konferansa jinên êzidî
 
Bi boneya salvegera komkujiya Şengalê di 12’yê Tebaxê de li Silêmaniyê  bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma “Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngaveke ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye” konferansek pêk hat. Konferans bi tevlîbûna jinên êzidî, kakeyî, zerdeştî, feylî û mesihî hat lidarxistin. Ji Ranya, Silêmanî, Kerkûk û Helepçe gelek sazî û dezgehên jinan jin tevlî konferansê bûn. Di konferansê de têkoşîna hevpar derket pêş.
 
Kampa Jineolojiyê
 
Li dijî polîtîkayên çewisandin, tunekirin û dejenerasyonê bi dirûşma "Jin jiyan azadî, serbixwe azadî" di 14’ê Tîrmehê de li herêma Hewreman a Helebce ji aliyê Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer ve Kampa Jineolojî hat vekirin. 15 jinên ciwan tevli kampê bibûn. Di nava kampê de 12 saet perwerde li ser jineolojî, zayendperestî, dagirkerî û welatparêziyê hate dayîn. Her wiha aktivîteyên wek siwariya piskilêtan, çiyavanî, hesp siwarî hatin lidarxistin.
 
Komxebata pêşxistina jinan
 
Rêxistina Jinên Zehmetkêşan a Kurdistanê ya Liqa Silêmaniyê, di 19’ê Tebaxê de li Silêmaniyê bi navê “Pêşxistina jêhatiyên jinan û nêrîna berfireh a li pirsgirêkan” komxebatek li dar xist û bal kişand ser rol û mîsyona jinan a di nava civakê.
 
Ji bo yekitiyê bangewaziya jinan
 
Desteya Jinên Azad a Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê di 22’yê Tebaxê de ragihand ku Herêma Kurdistanê di qonaxeke dijwar re derbas dibe lewma divê aliyên siyasî li ser bingeheke netewî û nîştimanî bicivin û gotin: “Divê aliyên Kurdistanî li ser pirsgirêkên rojane yên başûr dengê xwe bilind bikin û ji bo yekrêziya giştî ya aliyên kurd û parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê gav bên avêtin.”
 
Raperîna mamosteyên jin
 
Di 13’yê Îlonê de bi fermî dibistanên herêmê vebûn, bi sedan mamostayên bi peyman û herdemî ji ber nedana mûçe û tayînekirinê, li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê daketin qadan. Mamosteyên jin di rêzên pêş yên xwepêşandanan de cih girtin.
 
4 hezar jin rastî tundiyê hatin
 
Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ragihand ku li başûrê Kurdistanê 4 hezar jin rastî tundiyê hatine. Di nava salê de jinan li her bajar û navçeyên kurdistanê çalakî li dar xistin û banga rawestandina tundiyê kirin.
 
Li dijî tundiyê pêngava 16 rojî
 
Di 20’ê Îlonê de rêxistin û saziyên jinan, bi minasebeta 25'ê Mijdarê, ji bo pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya li dijî jinan, dest bi amadekariyan kirin. Li gund, navçe û bajarên Kurdistanê derbarê 25'ê mijdarê de semîner li dar xistin, pêşengeh vekirin û meş organîze kirin. Jinan di çalakiyan de bal kişand ser berxwedana jinan a li dijî şîdetê.
 
Şengal 
 
Têkoşîna jinên êzidî
 
Piştî fermana 74’an li Şengalê pergala jiyana nû bi pêşengiya jinan hat afirandin. Li Şengalê jinan piştî rizgariyê hêza parastina xwe, rêveberiyên xwe, komunên xwe û meclîsên xwe ava kirin. Ji bo jinên êzidî jî sala 2023'yan bû sala berxwedanê. Jinan ligel civîn, hevdîtin, konferans û komxebatan kolanên gund, navçe û Şengalê jî neterikandin û her di nav çalakî û xebatan de bûn.
 
Li Şengalê serdana şandeyan
 
Roja 19’ê Gulanê şandeyek ku ji 10 kesên rewşenbîr, aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşkan a ji saziya Associazione Versi il Kurdistan pêk dihat serdana Şengalê kir, serdana saziya tendirustiyê û nexweşxaneyên Xanesor, Serdeşt, Borik, Tilizêr û navenda Şengalê kir. Dûre bi Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) her wiha Tevna Alîkariya Jinên Êzidî re jî hat cem hev û bi jinan re li ser rewşa jinên êzidî têkoşîna wan armanc û xebata wan axivî.
 
Çandina daran
 
Li Geliyê Kersê, Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê di bin sîwana hemleya xwe de ya "Jin jiyan azadî, serbixe azadî" de 500 darên fêkiyan çandin. Bi mebesta xweşkirin û ji nû ve şînkirina Şengalê ev çalakî hat lidarxistin.
 
Ji bo vegerê xebat
 
Şandeyek ji TAJÊ'ê û Rêveberiya Xweser a Şengalê pêk tê ji bo vegera şengaliyan a li ser axa xwe li Bexdayê rêzehevdîtin pêk anîn. Her wiha bi sedan malbatên êzidî îsal kom bi kom vegeriyan ser axa xwe. Di nava salê de gelek caran jinên êzidî bal kişandin ser rewşa jinên penaber, pirsgirêkên ku dijîn. 
 
Konferansa jinên êzidî û ereban
 
Di 23'yê Nîsanê de TAJÊ li Şengalê bi dirûşma "Bi jin, jiyan azadî re, ber bi şoreşa jinê ve" konferansek organîze kir. Bi beşdarbûna 350 delege û hêjmarek zêde ya jinên ereb konferans pêk hat û peyama têkoşîna hevpar hat dayîn.
 
Piştevaniya jinên efgan
 
Piştevaniya di navbera jinên efgan û êzidî îsal li pêş bû. Jinên êzidî bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana jinên efgan. Di 15’ê Tebaxê de jî jinên efgan, ji bo TAJÊ nameyek şand û got: “Bi îlham û hêza ku me ji bilindbûna qehremantiya jinên Îranê û tevgera Kurdistanê girtiye, em serbilindin ku mil bi mil têdikoşin. Em bi têkoşîna bi hev re serbilind in.”
 
Ji bo Abdullah Ocalan name nivîsandin
 
Di 26'ê Tebaxê de 100 jinên ereb ên Şengalê li ser jiyana xwe ya beriya û piştî nasîna fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan name nivîsandin. Hest, heskirin û hêviyên xwe bi nameyan anîn ziman.
 
6 Gorên Komî hatin vekirin
 
Li navçeya Siba Şêx Xidir 3 û li navçeyan Tilezerê 3 gorên komî hatin vekirin. Xizmên kesên ku hatine qetilkirin û endamên TAJÊ tevlî merasîmê bûn. 
 
Komxebata 'Jin û parastin'
 
Bi boneya 8'emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê, TAJÊ, bi Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) li ser mijara "Jin û Parastin" di 10’ê Mijdarê de bi beşdariya 150 kesan komxebatek li dar xist û diyar kirin ku dê bi mezinkirina rêxistin û parastinê xwe biparêzin!
 
Li dijî komployê banga yekitiyê
 
Bi boneya salvegera 9’ê Cotmehê Komploya Navnetewî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ku li hember Şengalê hatiye îmze kirin, Komîteya Têkiliyên Derve ya TAJÊ li gelek deveran civîn li dar xist û bal kişand ser planên li hemberî êzidiyan, banga yekitiyê li êzidiyan kirin.
 
Tevlîbûna pengavê
 
Meclisa Jinên Ereb û Ciwanên Ereb û TAJÊ, tevlîbûna xwe ya pengava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” aşkera kirin.
 
Ji bo ciwanên ereb perwerde
 
Jinan li herêmê bi armanca rêxistinbûnê ya li ser esasa pergala neteweya demokratîk xebatên perwerdê didomin. 15 jinên ciwan ên gundê Bîrcarî yê herêma ereba ye cara yekem tevlî dewreyeke perwerdê bûn.
 
Mexmûr 
 
Berxwedana Wargeha Mexmûrê
 
Xelkê Botanê di sala 1994’an de ji ber zextan koçî başûr bûn. Di dema koçberiyê de 7 wargeh guhertin û di warê 8’emîn de li Mexmûrê bi cih bûn. Ligel her cure êrişan jî Mexmûr bi sazî û dezgehên xwe û bi rêxistinbûna xwe li ser piyan man. Ji gelek deveran re bûn mînak. Ji bo jinên Mexmûrê jî sala 2023'yan saleke bi têkoşînê re derbas bû. Li gel başûr û Şengalê jî li vir jî çalakî û xebatên xweser ên jinan pêk hatin.
 
Pirtûka penaberiya jinê derket
 
Komîteya Jineolojiyê pirtûka xwe ya bi navê “Li Mexmûrê penaberiya jinê û navendên berxwedanê” çap kir. Di pirtûkê de serpêhatiyên jinan û berxwedana jinan hat vegotin.
 
Xebatên derfetên kar
 
Jinên ku bi her awayî li wargehê bi rêxistinbûn ji bo debara xwe bikin û bibin xwedî pîşeyê jî proje û xebatên taybet ji hêla Weqfa Jin a Wargeha ve tên pêşxistin. Îsal jî ji bo jinan kursên dirûtina cilan hat amadekirin.
 
Li dijî Arteşa Iraqê rawestiyan
 
Di 20’ê Gulanê de Artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî û wesayîtên kar berê xwe dan wargehê û hewldan ku dora wargehê têl bikin. Xelkê Mexmûrê 30 sal in li dijî êriş, dorpêç, xiyanet û zilmê li ber xwe didin li dijî vê yekê jî 16 rojan bi şev û roj li ber xwe dan. Di parastina wargehê de jinan dîsa rola xwe ya pêşeng lîst. Di encama berxwedanê de Arteşa Iraqê vekişiya.
 
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî
 
Çalakiya nobetê ya di 10’ê kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di sala 2023’yan de jî berdewam kir. Piştî ku navber hat dayîn di 20’ê Tîrmehê de çalakî ji nû ve hat destpêkirin. Jinan pêşengtiya vê çalakiyê kirin.
 
Li ser paradîgmaya Ocalan komxebat
 
Di 28’ê Tîrmehê de Meclîsa Îştar, bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeyê Ya Xweser bi dirûşma "Bi Paradîgmaya Rêber Apo, wê jina azad civaka azad ji nû ve nûjen bike" komxebatek li dar xist. Di komxebatê de jinan li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan rawestiyan.
 
Serdana ciwanên enternasyolîst
 
Şandeyek ku ji ciwanên enternasyonalîst ên navneteweyî pêk dihat di 14’ê Tebaxê de serdana Mexmûrê kirin. Ciwanên enternasyonalîst diyar kirin ku li wargehê li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst pergalek alternatîf heye.
 
Nameyên xwe radestî NY’yê kirin
 
Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûr ji bo piştgiriya xwe Însiyatîfa Edaletê ji bo Nagîhan Akarsel bidin nîşandan bi daxuyaniyê nameyek vekirî radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
 
Jinên Mexmûrê tevlî pengavê bû
 
Her wiha Melîsa Îştar bi daxuyaniyeke girseyî beşdarbûna xwe ya ji bo pêngava di 10’ê Cotmehê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatî destpêkirin diyar kir.
 
Konferansa Îştarê pêk hat
 
Di 16’ê Mijdarê de li wargehê 13’yemîn Konferansa Meclîsa Îştar bi dirûşma “Bi jina azad re ber bi pêşerojek azad bimeşin” bi tevlîbûna 300 delegeyan hat lidarxistin. Jinan li ser têkoşîna jinan rawestiya û bal kişand ser rêxistinbûna xweser a jinan.