Ew di nobetê de keça wê jî di greva birçîbûnê de li ber xwe dide

  • 09:02 17 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Zelal Tunç
 
WAN - Girtiya bi navê Leyla Atabay a ku 27 sal in di girtîgehê de ye, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiriye. Dayika wê Eynê Atabay jî bi heman daxwazê li Wanê di çalakiya Nobeta Edaletê de cih digire. Keça wê di girtîgehê de û ew bi xwe di nobetê de li ber xwe didin.
 
Dayik Eynê Atabay a ku bi eslê xwe ji gundê Kelê ya navçeya Ebexa Wanê ye. Eynê di sala 1976’an de ji ber erdhêja pêk tê bi tevî malbata xwe neçar dimîne ku koçê Wanê bike. Malbata ku li gund bi zordariya dewletê re rûbirû dima li Wanê jî bi heman rewşê re rûbirû ma. Di sala 1978’an de keça wê Leyla Atabay di bin siya zextan de tê dinê. Leyla ku temenê biçûk de zextên desthilatdariyê nas dike, di temenê ciwan de di sala 1995’an de xwendekara lîseyê bû jî bi xwendina pirtûkan re eleqedar bû. Leyla rojekê ji malê derdikeve û nivîsa “Li şûna ku hezar roj bêwate bijîm, ez ê rojekê bi wate bijîm” li pişt xwe dihêle û diçe. Piştî demekê di 1997’an de di operasyonekê de tê binçavkirin û girtin. Leyla ku piştî tê girtin cezayê mûebetê lê tê birîn û 15 salan di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Mûşê de dimîne. Leyla di sala 2011’an de sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa E ya Erziromê tê kirin. Leyla piştî 2 salan sirgûnî Baybûrtê û piştre ji vir jî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Elbîstanê tê kirin. Leyla niha Girtîgeha Girtî ya Alanyayê ya Antalyayê de girtî ye.
 
Gelek berhem nivîsiye
Leyla ku zêdetirî nîvê jiyana xwe di girtîgehê de derbas dike, di nava çar dîwaran de jî eleqeya xwe ya pirtûk xwendinê vedîgerûne nivîsandinê. Leyla di jiyana xwe ya 27 salan a girtîgehê de bi xebatên xwe yên berfireh ên li ser Seîdê Nûrsî û Îlahiyet-Çep a bi navê “Nasnameya Konjuntural” tê naskirin. Heta niha bi giştî 4 berhemên cuda yên wê hene ku di nav wan de “Kesê xwe jibîrker” û “Şikefta Fîlozofiyê” hene. Leyla herî dawî jî pirtûka “Ez, bi xwe, ya din (Ben Kendim Öteki)” nivîsî.
 
Dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
 
Li aliyekî din girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 21’an de didome. Çalakiya di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hate destpêkirin û dê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome. Li aliyekîn dinê jî bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li gelek bajaran çalakiya “Nobeta Edaletê” bi heman armancê hat destpêkirin jî didome. 
 
Dayika wê jî dest bi nobetê kir
 
Leylaya ku bi vê daxwazê di girtîgehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye, dayika wê jî bi heman daxwazê di Nobeta Edaletê de cihê xwe girtiye û têkoşîna xwe didomîne. Eynê Atabay ji me re behsa Leyla û têkoşîna ku didin kir.  
 
‘Zarokên min per bi per li ber çavên min derbas dibûn’
 
Eynê, destnîşan kir ku li gund ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê û zilma desthilatdariyê ew berê xwe dane Wanê û li vir bi cih bûne. Eynê, bi lêv kir ku Leyla li vê derê hatiye dinyayê û wiha got: “Di sala 1976’an de ji gundê Kelê ya Ebexê hatin Wanê. Leyla li vê derê Lîseya Anadoluyê xwend. Leyla di temenê ciwantiyê de di nava xebatan de cih girt û di sala 1997’an de hat girtin û ji wê demê ve girtiye. Di girtîgehên Mûş, Erzirom, Baybûrt û Elbîstanê de ma. Niha jî girtîgeha Alanyayê de ye. Ev 27 sal in di girtîgehê de ye. Leyla heta niha 4-5 pirtûk nivîsand.”
 
Li ser zarokên xwe helbestan dixwîne
 
 
Eynê, da zanîn ku ev 5 sal in keça xwe Leyla ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê nedîtiye û wiha domand: “Rastî jî gelekî zore. Zarokên me dûrê me û malbatên wan dixin. Bi vê yekê îşkenceyê li zarokên me dikin da ku dev ji doza xwe berdin û poşman bin. Lê belê me dîsa jî dev ji doza xwe bernedaye. 27 sal in girtiye û hîn 3 salê wê maye ku bê berdan. Herî dawî bavê wê çû hevdîtina wê."
 
Piştî keça wê kurê wê çû
 
Eynê, di berdewamiya axaftina xwe de got ew helbestên xwe taybetî li ser kurê wê yê ku jiyana xwe ji dest daye û keça xwe Leyla vedibêje û wiha pê de çû: “Kurê min sala 2000’î de çû û di sala 2010’an de jî jiyana xwe jiyana xwe ji dest da. Min zêdetir li ser kurê xwe stranan digot. Rojekê ji malê derket û çû ji wê rojê şûnde min nedît” û di vê navberê de li ser kurê xwe helbest xwend. Eynê, diyar kir ku piştî keça wê hat girtin 2 salan şûnde kurê wê çûye tevlî PKK’ê bûye.
 
‘Me felsefa Serokatî naskiriye’
 
Eynê, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser çalakiya greva birçîbûnê ku di girtîgehan de destpê kiriye û wiha pê de çû: “Bangawaziya min ji tevahî gelê cihanê ew e ku ne bi tenê malbatên girtiyan, bila dayikên dinê jî werin li vir bi hev re rûnên. Bila destên xwe bidin ser wîcdana xwe û bêjin ev gel ji bo me tevahiyan kiriye, ji bo xwe nîne. Keça min ne ji bo xwe, ji bo vê gelê xwe hatyie girtin. Keça min û hemû girtiyên din ji bo pêşeroja zarokên vê gelê û hebûna vê gelê ketine girtîgehê. Bila hemû kes baş bizanibe ku em îro bi saya Birêz Ocalan û girtiyan hatine vê rojê û pêş ketine. Em îro bi keda wan hatine vê astê. Bila hemû kes piştevaniya vê çalakiyê bike. Zarokên me baweriya xwe bi vîna vê gelê anîn. Bi vê baweriyê li ser piyan in. 30 sal in di girtîgehan de ne. Dîsa jî rihekî wan ê di nava bêtonan de û li hember hemû zextan li ber xwe didin. Çi dibe bila bibe ew dengê xwe digihînin cihanê." 
 
Eyne wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me felsefa serokatî naskiriye. Em zanin û me mirovahiyê dîtiye. Em rengê mirovan nanêrin. Ji ber vê yekê bila hemû kes jî destên xwe bide ser wîcdana xwe. Em dixwazin demildest daxwazên girtiyên pêk bînin."