Huda Kaya hat binçavkirin

  • 17:53 1 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya berê Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat binçavkirin.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Huda Kaya, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.
 
Hat hînbûn ku der barê Hudayêde ji sûcên "beşdariya li civîn û xwepêşandanên li dijîqanûnê û astengkirina peywirê" lêpirsîn hatiye vekirin.