Li dijî saziyên Kurdî operasyon: 28 kes hatin berdan, kesek hat girtin

  • 21:09 27 Îlon 2024
  • Rojane
AMED -  Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî ku di çarçoveya operasyona li dijî saziyên ziman de hat binçavkirin, hat girtin. 
 
Li Amedê roja 24’ê îlonê bi ser avahiya MED-DER’ê, Kooperatîfa Anka û Payîz Pirtûkê de hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna li ser saziyan de 30 rêveberên saziyan û mamosteyên zimanê kurdî hatin binçavkirin. Her 30 kesên hatin binçavkirin, ji ber beyanên îtirafkar Umît Akbiyik û 2 şahidên veşarî yên li ser bi sedan kesî îfade dane hatin binçavkirin.
 
Ji kesên hatin binçavkirin 28 kes serbest hatin berdan. Mamosteyê kurdî û Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Dîlan Guvenç a bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin jî bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.