Di atolyeyê de tecrîd hat nîqaşkirin: Dixwazin Kurdistanê bê bîhn bihêlin

  • 19:16 27 Îlon 2024
  • Rojane
DÎLOK - Li Dîlokê ji aliyê TJA û Meclis Jinan a DBP’ê ve atolyeya şerê taybet pêk hat. Hevseroka gitşî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di atolyeyê d eaxivî û da zanîn ku şerê taybet pir aliye û dixwazin bi vê Kurdistanê bê bîhn bihêlin.
 
Ji aliyê  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  ve li navçeya Alêban a Dîlokê li taxa Gazîkent û Çiksorut der barê polîtîkayênşer de atolye pêk hat. Hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, endamên DBP MYK’ê Berîvan Helen Işik û Narîn Gerzor tevli bûn. 
 
‘Dixwazin kurdistan bê bîhn bihêlin’
 
Çîgdem di atolyeyê de axivî û da zanîn ku  jin bi plîtîkayên şerê taybet re rû bi rû ne û wiha got: “ pergala serdest ya mêr li hemû cîhanê heye. Gelo jin divê koleyên vê pergalê bin? Bêguman na. Têkoşîneke azadiyê ya ku gelê Kurd bi salane didomîn eheye. Heman demêd e têkşîna jinên Kurd jî heye. Jin jiyan azadî veguheriye felsefeyê û li hemû cîhanê belav bûye. Hemû jin piştgiriyê didin vê felsefeyê. Qirkirina xwezayê ya li Kurdistanê jî parçeyek polîtîka şer e. Dixwazin Kurdistanê bê bîhn bihêlin. Li her çar alî Kurdistanê êrîş pêk tên. Li Kurdistanê xizaniyek mezin tê jiyîn. Jin li her qadê bi pergala hevserokatiyê berpirsyarî girtine ser xwe.”
 
‘Tecrîda li ser Ocalan li ser hemû civakê belav bûye’
 
Çîgdemê wiha dawî lê anî: “ Li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran tê meşandin û civakê ji aştiya demokratîk dur dixin. Tecrîda li Îmraliyê li ser hemû civakê belav bûye. Ev jî girêdayê şerê taybete. Bi tecrîdê re rejîma nû tê avakirin. Dijhiqûqî veguheriye rejîmê. Gel nikarin bîhna xwe bigirin. Nikarin mafên demokratîk bikar bînin. Li dijî polîtîkaya şer divê têkoşîn bê mezinkirin. Ez jib o mtînga 13’ê cotmehê ya li Amedê jî bang li hemû kesî dikim.”
 
Atolye bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.