Huda Kaya hat binçavkirin 2023-11-01 17:53:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya berê Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat binçavkirin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Huda Kaya, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.   Hat hînbûn ku der barê Hudayêde ji sûcên "beşdariya li civîn û xwepêşandanên li dijîqanûnê û astengkirina peywirê" lêpirsîn hatiye vekirin.