Doza Hasret Tûtal hat taloqkirin

  • 15:57 27 Îlon 2024
  • Hiqûq
 
RIHA - Doza biryarê ya Şervan Gulel ê Hasret Tûtalê qetil kiriye, hate taloqkirin. Bavê faîlê ê şahidê bûyerê ku derbarê wî de biryara anîna bi darê zorê heye, tev li danişînê nebû. 
 
Danişîna 3’yemîn a doza Şervan Gugel ê di 7’ê cotmeha 2021’an de li taxa Akpiyar a navçeya Karakopru ya navenda Rihayê Hasret Tûtalê qetil kiriye hat lidarxisitin. Tevî malbata Tûtal û parêzerên wan, Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Meral Halat tev li danişînê bûn. Bersûc Gulel bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) ji kampusa Girtîgeha Rihayê tev li danişînê bû.  Şehmûs Gulel ê derbarê wî de biryara anîna bi darê zorê hatiye dayîn, tev li danişînê nebû. 
 
Danişîna bi diyarkirina nasnameyan dest pê kiriye, ji ber bavê bersûc Şeyhmûs Gulel tev li danişînê nebû, dest ji girtina îfadeyên wî hate berdan. Hat destnîşankirin ku îfadeyên bavê faîl yên berî ku dosye were xerakirin dê esas werin girtin. Parêzerê bersûc diyar kir ku bavê bersûc li Stenbolê ye, dê heya hefteyekê karibe amade bibe. 
 
Parêzerê malbata Hasret Tûtal xwest rewşa girtî ya bersûc were domandin û bersûc were cezakirin. Dozger jî mutala da û xwest rewşa girtî ya bersûc bidome û bersûc ji sûcê kuştina bi qestî were cezakirin. 
 
Bersûc sûcdariyan red kir û xwest were berdan. Parêzerên bersûc Gulel, li dijî mutalayê ji bo parastinê daxwaza dem kir û xwest biryara neguhdarkirina bavê bersûc were betalkirin û di danişîna pêş de were guhdarkirin. Herî dawî parêzerê bersûc xwest muwekîlê wî ji ber dema dirêj ya girtinê, were bardan. 
 
Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe ya navberê eşkere kir, ji bo mutalayê dem da parêzerê bersûc û biryara domandina girtina bersûc da. Dadgehê danişînê taloqî 9’ê cotmeha 2024’an kir. 
 
Banga tevlibûna danişînê
 
Xwişka Hasret Tûtalê, Ela Tûtal piştî danişînê banga tevlibûnê ji her kesê kir û wiha got: “Em hemû parastvanên mafên jinan di 9’ê cotmehê saet 14.00’an de vedixwînin Edliyeya Rihayê. Xwişka min 3 sal berê, di 7’ê cotmehê de hate qetilkirin. Dê danişîn di salvegera qetilkirina wê de were lidarxistin. Êdî em dixwazin biryar were dayîn û em li benda piştevaniya her kesekê ne.”