Rayedarê firmaya asansorê hat girtin

  • 21:14 27 Cotmeh 2023
  • Rojane
AYDIN - Di qezaya li yurda KYK’ê ku Zeren Ertaş jiyana xwe ji dest da, rayedarê fîrma asansöre hat girtin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Aydinê piştî bûyera li navçeya Efeler a Aydinê ku xwendekar Zeren Ertaş ya li yurda Guzelhîsar a KYK’ê dima û di encama ketina asansorê de jiyana xwe ji dest da, biryara binçavkirina rayedarê fîrmaya asansorê M.B ku lênerîna asansora yurdê dikir da.
Xwediyê fîrmayê M.B piştî kar û barên li qerekolê sewqî edliyeyê hatkirin û hat girtin.