Rayedarê firmaya asansorê hat girtin 2023-10-27 21:14:57   AYDIN - Di qezaya li yurda KYK’ê ku Zeren Ertaş jiyana xwe ji dest da, rayedarê fîrma asansöre hat girtin.   Serdozgeriya Komarê ya Aydinê piştî bûyera li navçeya Efeler a Aydinê ku xwendekar Zeren Ertaş ya li yurda Guzelhîsar a KYK’ê dima û di encama ketina asansorê de jiyana xwe ji dest da, biryara binçavkirina rayedarê fîrmaya asansorê M.B ku lênerîna asansora yurdê dikir da. Xwediyê fîrmayê M.B piştî kar û barên li qerekolê sewqî edliyeyê hatkirin û hat girtin.