22'yê Cotmeha 2016'an: Şêniyên Kobanê ji bo Efrînê meşiyan

  • 09:01 22 Cotmeh 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bi hezaran şêniyên li Kobanê ji bo Efrîn û Şehbayê rabûn ser piyan. Di meşê de êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin û serhildana li dijî êrişan hat silavkirin. 
 
Hin bûyerên dîrokî ku di vê rojê de qewimî ne wiha ne:
 
1844: Şanogera Fransî Sarah Bernhardt hat dinê. Şanogeriya xwe ya li Ewropayê heya Amerîkayê anî.
 
2016: Li hemberî Dakuka Kerkukê êrîşek hewayî pêk hat. Zarok û jin jî di nav de 15 kesî jiyana xwe ji dest dan û 52 kes jî birîndar bûn. 
 
2016: Tevgera li dijî Nijadperestiyê ya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê çûn serdana KJA'yê. 
 
2017: Girtiyên jin ên Kandirayê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçibûnê kirin. 
 
2018: Li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê ji 111 parlamenteran tenê 36 jin hene. 
 
2022: Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), ji bo piştevaniya rojnamegerên tên darizandin kampanyaya "Ji bo jinên rojnameger azadî" dest pê kir.