22'yê Cotmeha 2016'an: Şêniyên Kobanê ji bo Efrînê meşiyan 2023-10-22 09:01:28     Bi hezaran şêniyên li Kobanê ji bo Efrîn û Şehbayê rabûn ser piyan. Di meşê de êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin û serhildana li dijî êrişan hat silavkirin.    Hin bûyerên dîrokî ku di vê rojê de qewimî ne wiha ne:   1844: Şanogera Fransî Sarah Bernhardt hat dinê. Şanogeriya xwe ya li Ewropayê heya Amerîkayê anî.   2016: Li hemberî Dakuka Kerkukê êrîşek hewayî pêk hat. Zarok û jin jî di nav de 15 kesî jiyana xwe ji dest dan û 52 kes jî birîndar bûn.    2016: Tevgera li dijî Nijadperestiyê ya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê çûn serdana KJA'yê.    2017: Girtiyên jin ên Kandirayê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçibûnê kirin.    2018: Li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê ji 111 parlamenteran tenê 36 jin hene.    2022: Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), ji bo piştevaniya rojnamegerên tên darizandin kampanyaya "Ji bo jinên rojnameger azadî" dest pê kir.