Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava dewam dikin

  • 11:27 20 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bombeyan li gundên Şehba û Efrînê dibarîne.
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li li dijî Rojava dewam dikin. Dewleta tirk tevî komên xwe bombeyan li derdora navçeya Til Rifet, gundê Şewarxa û Şealê dibarîne.
 
Artêşa Tirk û komên wê doh bi şev bi çekên giran derdora Til Rifet a Şehbayê û gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.
 
Her wiha gundê Şealê yê kantona Şehbayê jî topbaran dikin.
 
Kobanê hat topbarankirin
 
Li Kobanê erebeyek hate hedefgirtin û gundek hat topbarankirin. Hemwextî topbarankirina gundê Ehmed Munîr balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li rojavayê Kobanê erebeyek bombebaran kir.
 
Nûçegihana ANHA'yê li herêmê ragihand ku balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li rojavayê Kobanê erebeyek bombebaran kir.
 
Lê agahiyên dîtir der barê êrişê de nehatin bidestxistin.
 
Li aliyekî din dewleta tirk bi tankan gundê Ehmed Munîr ê rojavayê Kobanê topbaran kir.