Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava dewam dikin 2023-10-20 11:27:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bombeyan li gundên Şehba û Efrînê dibarîne.   Êrişên Tirkiyeyê yên li li dijî Rojava dewam dikin. Dewleta tirk tevî komên xwe bombeyan li derdora navçeya Til Rifet, gundê Şewarxa û Şealê dibarîne.   Artêşa Tirk û komên wê doh bi şev bi çekên giran derdora Til Rifet a Şehbayê û gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.   Her wiha gundê Şealê yê kantona Şehbayê jî topbaran dikin.   Kobanê hat topbarankirin   Li Kobanê erebeyek hate hedefgirtin û gundek hat topbarankirin. Hemwextî topbarankirina gundê Ehmed Munîr balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li rojavayê Kobanê erebeyek bombebaran kir.   Nûçegihana ANHA'yê li herêmê ragihand ku balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li rojavayê Kobanê erebeyek bombebaran kir.   Lê agahiyên dîtir der barê êrişê de nehatin bidestxistin.   Li aliyekî din dewleta tirk bi tankan gundê Ehmed Munîr ê rojavayê Kobanê topbaran kir.