Li Hezexê Serdegirtinên malan: 5 binçavkirin

  • 10:55 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Hezexê di serdegirtinên malan ku hatin kirin  de 5 kes hatin binçavkirin.
 
Li gundê Delavêqesrê û taxên bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve polîs û leşkeran bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adnan Bel, welatiyên bi navê Hakim Kaş, Ahmet Boya, Emîn Soyal û Yasîn Acar hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 5 kesên hatine binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê daye destpêkirin de hatine binçavkirin.