Li Hezexê Serdegirtinên malan: 5 binçavkirin 2023-10-19 10:55:42     ŞIRNEX - Li Hezexê di serdegirtinên malan ku hatin kirin  de 5 kes hatin binçavkirin.   Li gundê Delavêqesrê û taxên bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve polîs û leşkeran bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adnan Bel, welatiyên bi navê Hakim Kaş, Ahmet Boya, Emîn Soyal û Yasîn Acar hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 5 kesên hatine binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê daye destpêkirin de hatine binçavkirin.