Li Kobanê amadekariya Festîvala 3'yemîn a Şanoyê ya Arîn Keziyên Aştiyê

  • 08:55 28 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kobanê amadekariyên Festîvala 3'yemîn a Şanoyê ya Arîn Keziyên Aştiyê dest pê kirin. Festîval ê di destpêka Cotmeha bê de were lidarxistin.
 
Komîteya Amadekar a Festîvala Arîn Keziyên Aştiyê ya bi dirûşma "Şano nasnameya zanabûna civakî ye" amadekariyê ji bo festîvalê didomînin.
 
Festîval ê ji aliyê Desteya Çandê ya kantona Firatê û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve di 5'ê Cotmeha bê de, di salvegera şehîdbûna fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Mîrkan de li bajarê Kobanê li dar bikeve. Cangorî Arîn di sala 2014'an de di çalakiyeke fedayî de li dijî çeteyên DAIŞ'ê di şerê Kobanê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Festîval her 2 salan li bajarê Kobanê bi beşdariya komên şanoyê yên seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dikeve.
 
Endamê Komîteya Amadekar a festîvalê Hisên Xanî ji ajansa me re diyar kir ku festîval ê 10 rojan bidome û li hola Navenda Çand û Hunerênya Baqî Xiqo li dar bikeve. Di roja 1'emîn de festîval dest pê bike û di roja dawîn de xelat werin belavkirin. Di 8 rojan de jî rojane 2 werin pêşkêşkirin.
 
Komên şanoyê yên Şehba, Heleb, Minbic, Tebqa, Reqa, Hesekê, Rimêlan û Kobanê dê beşdarî festîvalê bibin. Her wiha komek ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê û komeke Ermenî ji bajarê Hesekê jî beşdar dibin. Di şanoyan de dê bal li ser mijarên wekî penaberî, têkoşîna jinan, çîrokên dîrokî û rastiyên ji Şoreşa Rojava were kişandin.
 
Komîteya Amadekar a ku ji 4 endaman pêk tê dê di 2 hefteyan de li tekst û şanoyan vegerin û bi rêya serdana bajaran bi komên beşdar re koordîneyê bikin.
 
 Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Arîn Mîrkan (Dilara Gênc) di sala 1992'yan de li kantona Efrînê ya dagirkirî ji dayik bû û tev li tevgera azadiya Kurdistanê bibû. Di 5'ê Cotmeha 2014'an de di şerê Kobanê de di encama çalakiyeke fedayî de ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê li girê Miştenûr, şehîd bû.