Parêzer Barbara: Yekane şîroveyek mafê hêviyê heye ew jî azadî ye

  • 09:04 28 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
ENQERE - Barbara Spînellî ku yek ji 1500 parêzerên di delgeasyona tecrîda navneteweyî de cih digire, biryarê Îmraliyê yên AK BK’ê û dirêjkirina pêvajoyê rexne kir û got: “Hewl didin wateya mafê hêviyê biguherin, kêm bikin. Ne pêkane wateya mafê hêviyê bê guhertin, ji ber wateyek wê heye wjî dawî li cezayê sernaserê jiyanê anîne. Dewlet bi erêkirina dewletê tuneye. Em ê CPT bidin zorê.”
 
Konseya Ewropayê Komîteya Wezîran (AK BK) di civînên 17-19’ê îlonê de binpêkirina mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan nîqaş kir û biryara xwe aşkera kir. Komîteyê diyar kir ku rewş bi fikare û derbarê şertên kontrola bi şert, tespît kir û derbarê Tirkiyeyê de ya ji bo pêvajoyê gav neavêtiye de tu pêkanîn pêşkêş nekir.
 
Der barê mijarê Barbara Spînellî ku yek ji 1500 parêzerên di delgeasyona tecrîda navneteweyî de cih digire, nirxandin kir.
 
Ne biryarên giştî yên şexsî 
 
Barbarayê da zanîn ku biryarên ji AK BK derketine têr nakin û biryar êdî derketine dervê biryarên giştî û peymanan û ev êdî bûne şexsî. Barbarayê wiha got: “Êdî zêde rêbazên saziyan tune ne. Ne tedbîrek giştî ye, biryarek şexsî dikeve dewrê û divê Konseya Ewropayê di pozîsyonek hîn xurtir de be. Ji bo rayedarên Tirkiyeyê rewşa Îmraliyê cidî bigire dest, dem aaxaftina siyaseteke xurt hatiye. Ji ber tiştên li Îmraliyê tên jiyîn binpêkirina mafan a cidiye. Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê çend caran Îmrali ziyaret kir  lê rapora xwe aşkera nekir. Tirkiye li gorî biryarên DMME’ê tevnagere.”
 
‘Hemû riyên qanûnî hatin bikaranîn’
 
Barbarayê di berdewamiyê de anî ziman ku divê êdî sazî bikevin riya pêkanîna ceza û zextên siyasî û wiha dirêjî dayê: “Mijara me ya esas ji vir şûnde zext li hemû saziyên Konseya Ewropayê, Yekitiya Ewropayê bê kirin ku Tirkiye li hember mafê mirovan yên girtiyên siyasî êzdariyê nîşan bide. Divê şertên ku parêzer bikaribin biçin Îmraliyê bên afirandin û ev rewşeke elzgîne. Bi rastî jî divê ev mijar demildest bê çareserkirin. Hemû riyên qanûnî hatin ceribandin. Divê hemû saziyên Ewropayê li ser vê nokteyê bisekinin.”
 
‘Yekane şîroveya mafê hêviyê heye: azadî’
 
Barbarayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Nûnerên komnîteyê, di bin serenavê “Gurban/Tirkiye”yê de biryara binpêkirinê nirxand. Ev yekemîn şîroveya di mijara ‘mafê hêviyê’ d eye. Ev biryar ji bo bi rayedarên Tirkiyeyê re diyalog bê avakirin hat dayîn. DMME dema behsa ‘mafê hêviyê’ dike, diyar dike ku divê kes demek dirêj li girtîgehê neyên girtin. Yanî dema em behsa mafê hêviyê dikin yekane şîrove heye: ev jî azadiye. Ev tê wateya dawî li cezayê muebetê bê anînê ye.”
 
‘Hewce bi erêkirina dewletê tuneye em ê CPT bidin zorê’
 
Barbarayê her wiha CPT di mijara neweşandina raporan de jî rexne kir û got rêziknameya wan vê ferz bike jî ev binpêkirina mafan ku gihiştiye asta jiyanî erêkirina dewletê nikare pejiandin. Barbarayê got wê di vê mijarê de erêkirina dewletê nepên û CPT’yê bidin zorê. Babarayê her wiha balkişand ser dîplomasiya NATO’yê û got ev dîplomasiya wan biryaran dike zehmetiyê.
 
Em ê zextên xwe zêde bikin
 
Barbarayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kampanya em li dijî van dimeşînin pir aşkera ye. Em parêzerên ku ji her çar alî cîhanê hatine gel hev, ji bo mafê hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re, me îmze avêt.  Em ê di vê mijarê de zextên xwe bidomînin. Çend rojên pêş de wê civînek me hebe. Em ê bi daxuyaniyê aşkera bikin. Rojên pêş de wê civînek me ya girîng hebe.”