Di qetilkirina Narînê de polîtîkayên dijberê zarokan

  • 09:03 28 Îlon 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Ji Komeleya Her Der Zarok Psîkolog Hatîce Goz derbarê qetilkirina Narîn Guran û polîtîka zarokan a li welat de axivî got li Tirkiyeyê polîtîkayeke dijberê zarokan heye. Hatîceyê anî ziman ku piştî qetilkirina Narînê rastiya pişt perdeyê derketiye holê.
 
Narîn Guran ya 8 salî li gundê Çulî ya Rezan a Amedê di 21’ê Tebaxê de winda bû û 8’ê Îlonê de li çemê Egertutmaz qetilkirî hat dîtin. Li gorî rapora ATK ya Stenbolê Narîn hatiye fetisandin. Di encama lêpirsînê de malbata wê jî nav de 12 kes hatin girtin.
 
Ji Komeleya Her Der Zarok Psîkolog Hatîce Goz derbarê mijarê de, derbarê nûçeyên çapemeniyê de cih girtine, derbarê polîtîka zarokan a li welat de axivî. 
 
‘Zarok wek kirde nayên dîtin’
 
Hatîceyê got avabûna zemîna destdirêjiya li hember zarokan di encama hêrsa mezin a civakê de dertê holê û got: “Qetilkirina Narînê mînaka vê ye. Narîn ne ya ewil û ne jî ya dawî ye. Mixabin ev ne ya ewil e. Bi Narînê re tiştên me berê digotin dîsa rû dan. Çi bûn hev? Nêrînek dijberê zarokan heye. Ev her tiştî xwedî dike. Teşeyê dayîna nûçeyan. Nêzîkatiya li hember Narînê, li hember mirina wê, li hember kujeran, nêrîna li hember zarokên din. Ev ji polîtîka li hember zarokan diqewimin.”
 
‘Polîtîkayek dijberê zarokan heye’
 
Hatîceyê wiha dirêjî dayê: “Rastiya piştperdeya qetilkirina Narînê dernexistin holê. Li Tirkiyeyê li hember zarokan raste rast polîtîkayek dijberê zarokan tê meşandin. Bêcezahiştin dibe sedema zêdebûna binpêkirina mafan û mirinên zarokan. Sedema vê hem polîtîk û hem jî îdeolojîke.  Desthilatdarî malbatê esas digire û di malbatê de di asta herî jêr de cih digire. Ji ber vê divê em mirinên zarokan polîtîk qebûl bikin. Qetilkirina zarokekî di her şert û mercî de polîtîk e. Di çapemeniyê de nûçeyên ku rastiyan piştperde dike tên dayîn. Di nûçeyan de tenê li ser mirinê tê sekinandin.”
 
Wezaret dibêje zarokên winda tune ne
 
Hatîceyê daxuyakirin ku malbat û dewlet pir ketiye nava hev û zarok nav van her du saziyan de tune dibin. Hatîceyê bi lêv kir ku ev tişt hatiye serê Narînê jî û wiha daxuyand: “Nûçeyên niha tên dayîn jî wisa ne. Lê ev şaşin. Kujerê Narînê kî ye? Li gorî min kujerê Narînê ne yek tenê ye. Ger em têkiliya siyasî civakî ya li pişt mirina zarokan çareser nekin wê cînayet û destdirêjiya li hember zarokan jî bidome. Der barê zarokên winda de demek dirêje dane tune ne. Ji 2016’an heta niha dane nehatine parvekirin. Li Tirkiyeyê salê hezar zarok winda dibin. Lê ji ber dane nayên parvekirin hejmara zelal jî nayê zanîn.  Wezaret dibêje ‘li welat yek zarokek winda tuneye’. Tişta ku we daneya wê negirtiye ji xwe hûn nikarin aşkera bikin.”
 
Zexta li gund zêde bû
 
Hatîceyê destnîşan kir ku li gundê ku Narîn hatiye qetilkirin, jin û zarokan hawireke pir erênî nejiyane û  wiha bi lêv kir: “Li gund serdestiya mêr zêdeye û jin û zarokan ev bi awayekî herî giran hîs kirine. Bi mirina Narînê de ev zext du kat sê kat bûye. Ev bi rastî tiştekî bi xof e, ji bo jin û zarokan. Di vê nokteyê de divê piştevanî bê mezinkirin li gorî min. Dikare bi jin û zarokên wir re bên gel hev û sohbet û axaftin bên kirin. Ev girîng e. Belkî piştgiriya psîkolojîk jî ji bo wan baş be.”
 
Binpêkirin ji sedî 500 zêde bûye
 
Hatîceyê her wiha anî ziman ku li welat zarok ji ber newekheviyê heman zarokatiyê re derbas nabin û got zarokên kurd tenê ji ber kurdbûna xwe bi gelek tiştî re tên rû hev. Hatîceyê wiha dirêjî dayê: “Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan a zarokan û destdirêjî ji sedî 500 zêde bûye. Nîjadperestî pêşî li zarokbûnê digire. Ew êdî ne zarok Kurd e, Sûriyeyî ye. Em hemû dixwazin ku zarok wekhev bijîn, azad bijin. Em ê têkoşîna xwe di vî alî de bimeşînin.”