Li Panosê cerdevanekî keça xwe qetil kir

  • 20:32 17 Cotmeh 2023
  • Rojane
AGIRÎ - Li navçeya Panosê Cemîl Turk ê cerdevan keça xwe kuşt û kurê xwe jî birîndar kir. 
 
Li gundê Aktepeyê yê bi ser navçeya Panosê ya Agiriyê ve cerdevanê teqawîd ê bi navê Cemîl Turk bi sîlehê êrişî keça xwe Dîlan û kurê xwe Ercan kir. 
 
Li ser gilîkirina gundiyan tîmên tenduristiyê û leşkeran çûn gund. Tîma tenduristiyê diyar kir ku Dîlan Turk di êrişê de jiyana xwe ji dest daye. Ercan Turk jî bi xedarî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneyê Dewletê ya Panosê. 
 
Piştî bûyerê gumanbar Cemîl Turk hat binçavkirin.