Li Panosê cerdevanekî keça xwe qetil kir 2023-10-17 20:32:50   AGIRÎ - Li navçeya Panosê Cemîl Turk ê cerdevan keça xwe kuşt û kurê xwe jî birîndar kir.    Li gundê Aktepeyê yê bi ser navçeya Panosê ya Agiriyê ve cerdevanê teqawîd ê bi navê Cemîl Turk bi sîlehê êrişî keça xwe Dîlan û kurê xwe Ercan kir.    Li ser gilîkirina gundiyan tîmên tenduristiyê û leşkeran çûn gund. Tîma tenduristiyê diyar kir ku Dîlan Turk di êrişê de jiyana xwe ji dest daye. Ercan Turk jî bi xedarî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneyê Dewletê ya Panosê.    Piştî bûyerê gumanbar Cemîl Turk hat binçavkirin.