27 rêxistinên civakî piştgirî dan pêngava 'Ji Ocalan re azadî'

  • 13:17 16 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 27 rêxistinên civakî yên sivîl di bin sîwana TEV-DEM'ê de li hev kom bûn û piştgirî dan pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî”.
 
27 rêxistinên civakî yên sivîl di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de cih digirin tevlî pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” bûn nameyeke piştgiriyê weşand. 
 
Di nameyê de wiha hat gotin:
 
“Yekitî, ode û saziyên civaka sivîl, nivîsgehên birêxistinkirina jin û ciwanan û tevahî aktîvîteyên çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin banê TEV-DEM`ê de kom dibin, têkoşîna we ya bi rûmet a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. Rêber Ocalan, dîlgirtiyê yekane li cîhanê ye ku ji bo vîna gelan ji zêdetirî 25 salan ve di hucreya takekesî de tê dikoşe û li ber xwe dide.
 
Rêber Abdullah Ocalan ji wexta dîl hatiye girtin ve, bi siyaseta îşkenceya derûnî û bendenî re rû bi rû ye û ev siyaset bi armanca têkbirina cewher û nirxên pradîkmeya Rêber Abdullah Ocalan û dûrxistina wî ji Gelê Kurd û gelên azadîxwaz e. Em teqez dikin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê dawiyê li şerê Tirkiye-Kurdan bîne û di jiyana her du gelan û gelên herêmê de rûpeleke nû vebike. Lewma çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê an ku çareserkirina doza kurd bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.
 
Pêngava we ya mirovî û civakî ya afrîner û bicihanîna berpirsyariyên xwe yên exlaqî, mezinkirina têkoşînê ji bo ku em eşqa xwe ya mezin bi berxwedana Rêber Ocalan re bikin yek, li me ferz dike ku em tevahî hêz û derfetên xwe seferber bikin da ku armancên vê pêngava cîhanî pêk bînin. Em bi hêvî ne ku ev têkoşîn bi tevlêbûna rêxistinên hiqûqî, saziyên sivîl, komeleyên mafên mirovan û navendên têkildarî girtiyên siyasî, firehtir bibe."
 
Yekiti, rêxistin û odeyên îmzeya xwe avêtine binê nameyê ev in:
 
Yekitiya Kedkaran
 
Yekitiya Mamosteyan
 
Yekitiya Rewşenbîran
 
Yekitiya Parêzeran
 
Yekitiya Bijîşkan
 
Yekitiya Bijîşkên Diranan
 
Yekitiya Dermanfroşan
 
Yekitiya Cotkaran
 
Yekitiya Koperatîfên Cotkariyê
 
Yekitiya Hunermendan
 
Yekitiya Asnafan
 
Yekitiya Pîşeyên Tenduristiyê
 
Yekitiya Endezyaran
 
Yekitiya Bazirganên Avahiyan
 
Yekitiya Ajokeran
 
Odeya Bazirganiyê
 
Odeya Pîşesaziyê
 
Rêxistina Rojava
 
Mala Êzidiyan
 
Meclisa Civakî ya Ermen
 
Komeleya Çerkesî
 
Komeleya Turkmenî
 
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê
 
Nivîsgeha Ciwanan a TEV-DEM`ê
 
Komeleya Wênekêşan
 
Yekitiya Pîşeyên Serbest
 
Yekitiya Pîşeyên Destan ên Xwecih