27 rêxistinên civakî piştgirî dan pêngava 'Ji Ocalan re azadî' 2023-10-16 13:17:21       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 27 rêxistinên civakî yên sivîl di bin sîwana TEV-DEM'ê de li hev kom bûn û piştgirî dan pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî”.   27 rêxistinên civakî yên sivîl di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de cih digirin tevlî pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” bûn nameyeke piştgiriyê weşand.    Di nameyê de wiha hat gotin:   “Yekitî, ode û saziyên civaka sivîl, nivîsgehên birêxistinkirina jin û ciwanan û tevahî aktîvîteyên çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin banê TEV-DEM`ê de kom dibin, têkoşîna we ya bi rûmet a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. Rêber Ocalan, dîlgirtiyê yekane li cîhanê ye ku ji bo vîna gelan ji zêdetirî 25 salan ve di hucreya takekesî de tê dikoşe û li ber xwe dide.   Rêber Abdullah Ocalan ji wexta dîl hatiye girtin ve, bi siyaseta îşkenceya derûnî û bendenî re rû bi rû ye û ev siyaset bi armanca têkbirina cewher û nirxên pradîkmeya Rêber Abdullah Ocalan û dûrxistina wî ji Gelê Kurd û gelên azadîxwaz e. Em teqez dikin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê dawiyê li şerê Tirkiye-Kurdan bîne û di jiyana her du gelan û gelên herêmê de rûpeleke nû vebike. Lewma çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê an ku çareserkirina doza kurd bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.   Pêngava we ya mirovî û civakî ya afrîner û bicihanîna berpirsyariyên xwe yên exlaqî, mezinkirina têkoşînê ji bo ku em eşqa xwe ya mezin bi berxwedana Rêber Ocalan re bikin yek, li me ferz dike ku em tevahî hêz û derfetên xwe seferber bikin da ku armancên vê pêngava cîhanî pêk bînin. Em bi hêvî ne ku ev têkoşîn bi tevlêbûna rêxistinên hiqûqî, saziyên sivîl, komeleyên mafên mirovan û navendên têkildarî girtiyên siyasî, firehtir bibe."   Yekiti, rêxistin û odeyên îmzeya xwe avêtine binê nameyê ev in:   Yekitiya Kedkaran   Yekitiya Mamosteyan   Yekitiya Rewşenbîran   Yekitiya Parêzeran   Yekitiya Bijîşkan   Yekitiya Bijîşkên Diranan   Yekitiya Dermanfroşan   Yekitiya Cotkaran   Yekitiya Koperatîfên Cotkariyê   Yekitiya Hunermendan   Yekitiya Asnafan   Yekitiya Pîşeyên Tenduristiyê   Yekitiya Endezyaran   Yekitiya Bazirganên Avahiyan   Yekitiya Ajokeran   Odeya Bazirganiyê   Odeya Pîşesaziyê   Rêxistina Rojava   Mala Êzidiyan   Meclisa Civakî ya Ermen   Komeleya Çerkesî   Komeleya Turkmenî   Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê   Nivîsgeha Ciwanan a TEV-DEM`ê   Komeleya Wênekêşan   Yekitiya Pîşeyên Serbest   Yekitiya Pîşeyên Destan ên Xwecih