Dayikan di kongreyê de tecrîd şermezar kirin

  • 15:17 15 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Dayikên Aştiyê yên tevli kongreya Partiya Çep a Kesk bûn, bi pankarta vekirin re bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. 
 
4’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Çep a Kesk li Enqereyê bi coşeke mezin didome. Partiyê, navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) guherand. Di kongreyê de Dayikên Aştiyê bi pankarta “Na ji tecrîd, dagirkerî û şer re” derketin ser dikê. 
 
Dayikên ku pankart vekirin, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.