Dayikan di kongreyê de tecrîd şermezar kirin 2023-10-15 15:17:52     ENQERE - Dayikên Aştiyê yên tevli kongreya Partiya Çep a Kesk bûn, bi pankarta vekirin re bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan.    4’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Çep a Kesk li Enqereyê bi coşeke mezin didome. Partiyê, navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) guherand. Di kongreyê de Dayikên Aştiyê bi pankarta “Na ji tecrîd, dagirkerî û şer re” derketin ser dikê.    Dayikên ku pankart vekirin, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.