Ji bo kongreya mezin salon amade ye!

  • 18:14 14 Cotmeh 2023
  • Rojane
ENQERE- Partiya Çep a Kesk 4’emîn Kongreya Xwe Mezin pêk tîne û li salona Sporê ya Ataturk ku kongre wê lê pêk bê, amadekarî temam bû.
 
Partiya Çep a Kesk 4’emîn Kongreya Mezin wê li Salona Sporê ya Ataturk a Enqreyê pêk bîne. Ji kongreyê re saet man û tê payîn ku bi hezaran kes tevli kongreyê bibin. Amadekariyên kongreyê jî temam bûn. 
 
Li derve li cihê ku girse rudine alên Partiya Çep a Kesk hatin daliqandin û li derveyê salonê jî pankartên ‘Di riya sêyemîn de berbi komara demokratîk’ hat daliqandin.