Ji bo kongreya mezin salon amade ye! 2023-10-14 18:14:29   ENQERE- Partiya Çep a Kesk 4’emîn Kongreya Xwe Mezin pêk tîne û li salona Sporê ya Ataturk ku kongre wê lê pêk bê, amadekarî temam bû.   Partiya Çep a Kesk 4’emîn Kongreya Mezin wê li Salona Sporê ya Ataturk a Enqreyê pêk bîne. Ji kongreyê re saet man û tê payîn ku bi hezaran kes tevli kongreyê bibin. Amadekariyên kongreyê jî temam bûn.    Li derve li cihê ku girse rudine alên Partiya Çep a Kesk hatin daliqandin û li derveyê salonê jî pankartên ‘Di riya sêyemîn de berbi komara demokratîk’ hat daliqandin.