Hevrîn Xelef hat bibîranîn

  • 14:25 14 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Tebqayê di salvegera 4'an a şehadeta wê de sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî.
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê di salvegera 4'an a şehadeta wê de, sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî.
 
Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan di 12'yê Cotmeha 2019'an de li ser rêya M4 ji hêla komên girêdayî dewleta tirk ve hatibûn qetilkirin.
 
Merasîma bîranînê li qada navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya hate lidarxistin. Beşdaran wêneyên cangoriyan û wêneyên Hevrîn Xelef hildan.
 
Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî axivî û got: "Em îro şehîd Hevrîn Xelef bi bîr tînin ku di oxira gelê xwe de canê xwe daye."
 
Huda wiha domand: "Çeteyên dewleta tirk a dagirker li dijî Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan sûcekî hovane pêk anî."
 
Huda diyar kir ku hemwextî salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk a dagirker êrişên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha pê de çû: "Dagirkeriyê Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bombebaran kir, di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn. Ev yek li pêş çavê civata navneteweyî û bêdengiya wê li hember sûcên dewleta tirk a dagirker pêk hat."
 
Huda El Elî di dawiyê de bang li tevahî azadîxwazên li cîhanê kir ku li kêleka doza wan bisekinin û zextê li civata navneteweyî û NY'yê bikin da ku dewleta tirk hesab bide. 
 
Bi pêxistina mûman merasîm bi dawî bû.