Hevrîn Xelef hat bibîranîn 2023-10-14 14:25:43       NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Tebqayê di salvegera 4'an a şehadeta wê de sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî.   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê di salvegera 4'an a şehadeta wê de, sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî.   Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan di 12'yê Cotmeha 2019'an de li ser rêya M4 ji hêla komên girêdayî dewleta tirk ve hatibûn qetilkirin.   Merasîma bîranînê li qada navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya hate lidarxistin. Beşdaran wêneyên cangoriyan û wêneyên Hevrîn Xelef hildan.   Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî axivî û got: "Em îro şehîd Hevrîn Xelef bi bîr tînin ku di oxira gelê xwe de canê xwe daye."   Huda wiha domand: "Çeteyên dewleta tirk a dagirker li dijî Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan sûcekî hovane pêk anî."   Huda diyar kir ku hemwextî salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk a dagirker êrişên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha pê de çû: "Dagirkeriyê Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bombebaran kir, di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn. Ev yek li pêş çavê civata navneteweyî û bêdengiya wê li hember sûcên dewleta tirk a dagirker pêk hat."   Huda El Elî di dawiyê de bang li tevahî azadîxwazên li cîhanê kir ku li kêleka doza wan bisekinin û zextê li civata navneteweyî û NY'yê bikin da ku dewleta tirk hesab bide.    Bi pêxistina mûman merasîm bi dawî bû.