Bi balafira bêmirov Mexmûr hat bombebarankirin

  • 09:56 13 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Balafireke bêmirov û bi çek a dewleta tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Xelkê wargehê li cihê bûyerê kom bûn.
 
Balafireke bêmirov û bi çek a dewleta tirk Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir. Xelkê Mexmûrê berê xwe dane cihê bûyerê.
 
Di 7’ê Cotmehê dewleta tirk bi balafira bêmirov û bi çek mizgefta Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bombebaran kiribû. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Her wiha xaniyên derdorê ziyanek mezin dîtin.