Bi balafira bêmirov Mexmûr hat bombebarankirin 2023-10-13 09:56:49       NAVENDA NÛÇEYAN -Balafireke bêmirov û bi çek a dewleta tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Xelkê wargehê li cihê bûyerê kom bûn.   Balafireke bêmirov û bi çek a dewleta tirk Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir. Xelkê Mexmûrê berê xwe dane cihê bûyerê.   Di 7’ê Cotmehê dewleta tirk bi balafira bêmirov û bi çek mizgefta Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bombebaran kiribû. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Her wiha xaniyên derdorê ziyanek mezin dîtin.