Li Salîhlî li dijî JES’an berxwedan didome: Gedîzek din tune ye

  • 09:26 10 Çile 2019
  • Ekolojî
MANÎSA - Şîrketa Enerjiyê ya Sanko ku li Salihlî bi soza mizgeft û ava germ çala JES’ê veda, di encama berxwedana gel de dest ji xebatê berda. Ji bo ax û hewa jehrî nebe welatiyan şev û roj nobet girtin û gotin ; “Havzayek din a Gedîzê tune ye. Hewcedariya me ne bi enerjiyê bi xwezayê heye.”
 
Şîrketa Enerjiyê ya Sanko li taxa Hacibektaşli a navçeya Salîhlî ya Manîsayê 75 hektar qad ji bo 30 salî kirê kir û li qada parqê dest bi xebata vekirina çala santrala enerjiya jeotermal (JES) kir. Welatiyan li dijî şîrketa ku bêyî rapora ÇED’ê dest bi xebatên sondajê kir, ev hefteyeke berxwe didin. Di encama berxwedana gel de şîrketê dest ji xebatan berdan.
 
‘Xwestin welatiyan bixapînin’
 
Endama Komeleya Hawirdorê ya Salîhlî Fîrdevs Erden diyar kir ku hewl hatiye dayîn ku gel bi gotinên ‘ava germ wê bê dayîn’, ‘wê mizgeft bê çêkirin’ bixapînin û wiha got: “Bi vî awayî hewl dan çala sondajê vebikin. Gel jî li dijî vê berxwe dan. Konên xwe ava kirin.Ji bo şîrketa Sanko 5 roj dem hatiye dayîn. Tenê wesayît çûne. Çi dibe bila bibe wê gel têbikoşe. Di baxçeyên dibistan, nexweşxane û baxçeyan de avakirina santralê li dij mevzuatê ye. Têkoşîna hiqûqî didome. Deynê hemû gundiyan heye. Pirsgirêkên aborî hene. Ger hêjîr tune be wê ev deyn çawa bê girtin. Divê Havzaya Gedîz neyê tunekirin.”
 
‘Qadên jiyanê jehrî dikin’
 
Dîlşah Guven a 65 salî jî daxuyakirin ku xala wê li nêzî qada ku santral lê tê çêkirinê ye û wiha got: “Ev 20 sal e ez li Salîhlî dijîm. Bandora santrala termîkê ya li Alaşehîr em li Salîhlî dijîn. Wê av, hewa, ax û sewalên me jehrî bibin. Wê zarokên me nexweş bikevin. Em santralê naxwazin. Em ê heta dawî berxwe bidin.”
 
Başak Dalmaz jî diyar kir ku divê çavkaniyên alternatîfên enerjiyê yên xwezayê qirêj nebin bên avakirin û got wê xweza bê qetilkirin.
 
Gulê Akalin jî bang li karkerên di înşatê de dixebitin kir û got bila li wan deran nexebitin biçin li derên din bixebitin.