Daran di bin navê ‘dekorasyonê de’ dikin qurban

  • 09:11 9 Çile 2019
  • Ekolojî
WAN - Di salên dawî de li kafeyan gelek alavên ku ji daran tên bikaranîn balê dikşînin. Gelek aksesuarên ji daran hatine çêkirin li kafeyan wek dekoratîf tên bikaranîn. Di bin navê dekorasyonan de daran dikin qurbana bikarhêneriyê.
 
Modernîteya kapîtalîst ku xweza kiriye qada rantê, her sal di bin navê polîtîkayên ewlehiyê de bi hezaran hektar qadên daristanê tên tunekirin. Li Tirkiyeyê qadên daristanê zirarek mezin dibînin, di demên dawî de li kafe û restorantan darên hatine bikaranîn balê dikşînin. Her çiqas ji ber xweza û başbûnê text bên teşwîqkirin jî di destê modernîteyê de bûne alava bikarhêneriyê.
 
Li Wanê li gelek cihên hatine vekirin ji bo dekorasyonê aksesuarên ji daran hatine çêkirin cih digirin. Ji darên gûzan, saet, avîze, tablo û gelek tiştên din ên hatine çêkirin li van deran cih digirin. Li ser textan helbest hatine nivîsîn. Li malan trenda dekorasyona baxçe, mutbex û salonan her diçe zêde dibe û ji bo vê jî darên bi hezaran salî dibin qurban.