Santralên termîkê hem zirarê didin xwezayê hem didin mirovan

  • 09:15 7 Çile 2019
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Santrala Termîkê ya Sîlopiyayê ku girêdayî Koma Cîner e, bi rêbaza kargeriya madenê ya vekirî bi salan e ji herêma Çiyayên Cudî asfaltê derdixe û ev jî rê li ber qirkirina xwezayê vedike. Ji ber madenê, 2 girên herî mezin ên herêmê li ber tunebûnê ne.
 
Santrala termîkê ya aydê Koma Cîner a bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn, li Sîlopiya Şirnexê dibe sedema komkujiya xwezayê. Santral di navbera bajarokên Gite û Bêspînê de ye. Her du girên herî mezin ên Cudî ku her sal ji ber operasyonan şewatên mezin lê derdikevin jî li ber tunebûnê ne. Qadên çiyayî roj bi roj tune dibin û teqînên li herêmê ketin ber qeydên kamera JINNEWS’ê.
 
Qada jiyana zindiyan hat tunekirin
 
Li her 2 girên ku faaliyetên madenê ji sala 2008’an heta niha lê tê meşandin, heta îro gelek darên wê hatin birîn, pezkovî û beraz jî tê de qada jiyana gelek zindiyan hat tunekirin. Di xebatan de bi sedan kampyon û kepçe tên bikaranîn û qada madenê roj bi roj fireh dibe. Bê navber dînamît tên teqandin.
 
Ligel santrala termîkê bi sedan xwendekar perwerdeyê dibînin
 
Ligel santrala Tremîkê kanên madenê hene û ev jî zirara ku belav dike du qat zêde dike. Ligel wan dibistanek jî heye û ev jî xetereyê mezin dike. Gelê Sîlopiyayê jî diyar dikin jinên ducanî bebekên xwe winda dikin û hejmara kesên ku qeyrana dil derbas dikin zêde ne. Bajarên koz û asîtê jî dema xwe digihînin erd, daristan û sewalan texrîbatek cidî çê dike. Hat hînbûn ku nexweşiyên dil û pençeşêrê jî zêde bûne.