‘Hedefa me ya 31’ê Adarê pêkanîna jiyana bi perspektîfa ekolojî û jinê ye’

  • 09:06 4 Çile 2019
  • Ekolojî
AMED - Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir ku kapîtalîzm û desthilatdariyê ekosîstem tune kiriye û got ji bo jiyana nû ya bi perspektîfa jin û ekolojîk bê parastin, barê mezin dikeve ser rêveberiyên herêmî. Beyzayê balkişand ser girîngiya hilbijartinên 31’ê Adarê û got hedefa wan ev e ku perspektîfa jin û ekolojiyê bikin meriyetê. 
 
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Prof. Dr. Beyza Ustun bi lêv kir ku li dijî texrîbkirina ekosîstemê divê jiyanek nû ya bi perspektîfa jin û ekolojî bê avakirin û ev jî bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk pêkan e. Beyzayê ev tişt vegot: “Me derbarê vê yekê de bi siyasetmedar û rêveberan re hevdîtin kir. Me têkoşîna xwe ya ekolojîk di qadên siyasî de meşand. Em hewl didin di pêvajoya rêveberiyên herêmî de nîqaş bikin.
 
Beyzayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bersiva pirsên ‘Em ê li cihekî çawa bijîn, em ê çawa bijîn, cihê em lê dijîn wê çawa bê birêvebirin?’, di jiyana bi perspektîfa jin û ekolojiyê de veşatiye û ev pespektîf jî ji bo hemû welatên cîhanê dikare bibe mînak.
 
‘Jiyan tê tunekirin’
 
Beyzayê destnîşan kir ku kapîtalîzm ji bo ji krîza xwe derkeve hewl dide hemû qadên jiyanê veguherin destkeftiyên sermayê û ev jî xwe wek maden, hilberandina enerjiyê û betonkirin xwe dide nîşandan. Beyzayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Van pêkanînan bi lez dikin. Em bi faşîzmê tên birêvebirin. Ev aşkere ye. Kapîtalîzm krîza xwe li gelan ferz dike. Ev di du aliyan de dikeve jiyana me. Ya yekem cînayetên kar ên di hilberandinên kapîtalîst de. Ya duyem jî qadên jiyanê. . Desthilatdarî ji bo ji xwe re sermayê ava bike bajarên Kurdistanê hedef digire. Tiştê ku pêşî li vê bigire jî xurtkirina meclîsên taxê û rêveberiyên herêmî yên demokratîk in. Ji ber vê barê mezin dikeve ser milê rêveberiyên herêmî. Avakirina jiyanek nû berpirsyariya hemû kesî ye. Ez wek ekolojîstekê, rêveberiya qeyûm naxwazim. Em ê rê nedin qeyûman. Li dijî texrîbkirina ekosîstemê divê jiyanek nû ya bi perspektîfa jin û ekolojî bê avakirin û ev jî bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk pêkan e.”