Jinên Kizilcakoylu yên li dijî JES’an berxwedan komeleyê ava dikin

  • 09:06 3 Çile 2019
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên Kizilcakoylu yên 3 meh in li dijî JES’an berxwe didin, plan dikin ku komeleyek ku hilberînên xwe bifroşin û yekitiya xwe biparêzin ava bikin. 
 
Li navçeya Încîrlîova ya Aydinê li gundê Kizilcakoy, Şîrketa Gurmat hewl didin projeya enerjiya jeotermal (JES) ava bikin. Jinên Kizilcakoy li dijî vê berxwedana xwe didomînin û ev 3 mehe di konê berxwedanê de nobeta JES’ê digirin. Herî dawî di 5’ê Kanûnê de gundiyan li dijî xebatê têlkirina ereziyê li berxwe dan û destûr nedabûn vê pêkanînê. Piştî berxwedana du rojan şûnde Cigirê Walî Mustafa Hulusî Arat soz da ku ew destûrê nadinê.
 
Jinên karê xwe yên rojane diqedînin di saetên êvarê de tên kon, sobeyê pê dixin, çayê çê dikin û bendewariya xwe didomînin. Jin qadên kontrol dikin û diyar dikin ku ger hewce be wê xwe bavêjin ber maşîneyên kar.
 
‘Bi soza serayê hatin, darên zeytûnan jehr kirin’
 
Melahat Yavuz (58) diyar kir ku berê derbarê JES’an de ne xwedî agahî bûne û wiha got: “Me ev pêkanîn nizanibû, me digot wê ‘ava germ’ bê. Lê gel hişyar bû. Hîna jî yên nizanin hene. Gotin ‘wê sera bê avakirin, muz bên çandin’. Temenê JES’ê kêm e. Em bi êvaran nikarin televîzyonê temaşe bikin. Hema em tiştekî ji bo xwarinê çê dikin û tên vir. Ne cihê kolandina çalê, cihên bihar lê dikeve xerab dibin. Jehra hewayê li fêkiyan dixe û hişk dike. Îsal zeytûnên me pir kêm bûn. Ev mafê jiyana me ye. Em bawer nakin, ji ber vê dipên.”
 
‘Hewcedariya kesî bi kanal û rê tune ye’
 
Jina bi navê Aysel Gungor jî bi lêv kir ku desthilatdarî li şûna standartên jiyanê rast bike, ji bo sermayê dewlemend bike tenduristiya gel dike xeterê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo Aydinê gotin ‘jeotermal çavkaniya mezin a debarê ye’. Me tiştek bidest nexist. Welatî her tim bacê didin. Hewcedariya kesî bi rê an jî kanalê tune ye. Hewcedarî bi perwerdeyê heye ew jî biha ye.”
 
‘Her carê yek tiliya xwe ji me re dihêjîne’
 
Leylayê jî bi lêv kir ku dewlet bi piştgiriya dide şîrketên mezin jiyana gund tune dike û ev tişt anî ziman: “Em hevkarên şîrketên çekan û JES’an dizanin. Lê em nikarin bêjin. Ji ber ku her tim yek tiliya xwe ji me re dihejîne. Me lêdan jî xwar, gaz jî xwar. Peywira dewletê parastina gel e, ne parastina JES’ê ye. Ev der ne çewlîk e, qada jiyanê ye. Em ê tu car destûrê nedin vê yekê.”
 
‘Wê komeleya jinan bê avakirin’
 
Jina bi navê Fatma Orbay jî diyar kir ku wê komeleyekê ava bikin û di vê komeleyê de wê jin hilberînên xwe bifroşin û yekîtiya xwe biparêzin û wiha got: “Konê berxwedanê yekîtiya me pêk anî. Em ê vê piştevaniyê bidomînin. Şêniyê taxê ji hev pir tişt hîn bûn.”
 
https://www.youtube.com/watch?v=lydzFv7lgos&feature=youtu.be