Rûbarê ku nayê paqijkirin jehrê belav dike

  • 09:05 23 Kanûn 2018
  • Ekolojî
COLEMÊRG - Li Geverê rûbarê ku ji aliyê şaredariyê ve nayê paqijkirin jehrê belav dike. Di heman demê de rêyên ku di nav heriyê de mane ji aliyê qeyyûm ve bi tu awayî nayên çêkirin. 
 
Li navçeya Geverê rûbarê ku ji taxa Yeşîldereyê dest pê dike û ji nav navendê diherîkî zê dibe. Ji ber ku nayê paqijkirin dibe sedema bêhna ne xweş. Bi salan e ji aliyê şaredariyê ve bi tu awayî rûbar nayê paqijkirin û her tiştekê qirêj û ne baş mirov dikare di rûbar de bibîne. Welatiyan bertek nîşanî vê helwesta qeyyûm dan û gotin ku bi salane pirsgirêka rûbar nehate çareserkirin û xwestin ku bi lez rûbar ji qirêjiyê bê paqijkirin. 
 
Rûbar jehrê direşîne
 
Her sal bakterî û bêhna rûbar zêde dibe. Welatî ji ber qirêj û bêhnê nikarin ji ber rûbar derbas bibin. Welatiyên ku li derdora Rûbar rûdinin diyar kirin ku rûbar di demsalên zivistanan de dicemide û gotin ku ji ber ku hem di warê tendûristiya mirov de hem jî heta niha ji ber ku  derdorên rûbar ne girtî ye ewle nîne. Havîn û zivistanan talûke ye. Welatiyan bang li şaredariya navçeyê kir ku bên di rûbar de dest bi xebatên paqijiyê bikin. 
 
Polîtikayên cezakirinê
 
Her wiha li navçeyê ji demsala havînê heta niha xebatên şaredariyê yên çêkirina rêyan bi dawî nebû û ji ber heriyê welatî zehmetiyê dikşînin. Ji ber heriyê di riyan de çal vebûnê. Gel ji vê helwesta qeyyûm re bi bertek in. Welatiyan nêrazîbûn nîşanî qeyyûm dan û diyar kirin ku, ew di demsala havînan de ji ber tozê û zivistanan jî ji ber heriyê nikarin derbikevin û gotin ku ev polîtîkayên cezakirinê divê bi dawî bibin.