Bendav û HES her diçin tune dikin: Xanî û baxçeyên wan di bin avê de man

  • 09:17 20 Kanûn 2018
  • Ekolojî
Gulîstan Azak
 
AMED - Di encama qûtbûna kapaxa Benda HES ya Dîcleyê de erdên şêniyên taxa Dîcleyê di bin avê de man. Şêniyên taxê diyar kirin ku mexduriyeta wan ji ber bêpergaliya rayedaran pêk hatiye. Jina bi navê Sidika Kelekçîer wiha got: “Li ber çava ne ku bendav zirarek çawa dide jiyanê. Em vê zivistanê ji tenûra xwe ji êzingên xwe bûn.”
 
Ji 3 kapaxên Bendava HES ya Dîcleyê ku li taxa Selman a Gêla Amedê ye û di sala 2000’î de ket faliyetê, yek qut bû û di serî de beşek Baxçeyên Hewselê, di pira Deh Derî ya dîrokî de jî zirarên mezin çê bûn, gelek erdên çandiniyê ketin bin avê. Di rojên borî de ji ber baranê di kapaxên din de jî rîsk çê bûye û fikar zêde dibin. 
 
Şêniyên taxa Dîcle ya erdên wan di bin avê de mane diyar kirin ku sedema mexduriyeta wan bêhestiyariya rayedaran e û ji tiştên hatine jiyîn hikûmet berpirs dîtin.
 
‘Pirsnîşan hene’
 
Şêniya taxa Dîcleyê Arzu Kelekçîer daxuyakirin ku bûyera bendavê gelek pirs anîne hişê mirovan û gotin divê hikûmet bûyer çawa hatiye jiyîn zelal bike û zirarên gel tespît bikin. Arzuyê bi lêv kir ku bendavê zirarek mezin daye wan û ji baxçeyên wan heta êzingên wan her tişt di bin avê de maye.
 
Arzuyê wiha berdewam kir: “Gundê me li navçeya Dîcleyê ye. Xizmên me gotin wê av bilind bibe. Piştre anonsên valakirina taxê kirin. Em zarok, kal û pîr çûn taxa jor. Hemû baxçeyên me di bin avê de man. Ji bexdenuza me çandibû heta êzingên me yên zivistanê di bin avê de man. Xaniyê me gelek nêzî çem bû. Em bi fikar bûn. Ji ber bêhestiyariya hikûmetê wisa bû. Şikestina kapaxê tiştekî ne sivik e. Kapax çawa dibe dişkê.”
 
‘Em ji taxa xwe dernakevin’
 
Jina bi navê Sidika Kelekçîer jî diyar kir ku tevî bangên derbarê şikandina kapaxê û tahliyekirina taxan em ji taxên xwe derneketin û wiha got: “Gelek caran xwestin me ji taxa me bikin. Lê em dest ji mala xwe û taxa xwe bernadin. Her tiştê me di bin avê de man. Em mexduriyetek mezin jiya.”