Li Kumlucayê şewat

  • 14:30 17 Îlon 2018
  • Ekolojî
ANTALYA - Li Komluca, ji ber sedemekê nehat zanîn li dirastinê şewat rû da. 
 
Li Papazkoyu ya nêzî Yenîcepinar a taxa Mavîkent a navçeya Kumluca ya Antalya, ji ber sedemekê nehat zanîn şewat rû da. Ji ber bandora hewayê her ku diçe şewat belav dibe û nêzî serayan bûye. 2 helîkopter û balafireke amfîbîk mûdaxileyê şewatê dikin. Ekîbên agirkûj hewl didin şewatê vemirînin.