Wê xweza jî li berxwe bide: Hezar carî bişewitînin jî wê dîsa zindî bibe

  • 09:34 11 Îlon 2018
  • Ekolojî
AMED - Endama Komîsyona Bawerî û Maf a HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku wek parçeyek qirkirina çandî ya bi sedsalane li hember Elewiyan pêk tê li Dêrsîmê daristan tên şewitandin û got: “Ev xweza wê bixwe li dijî vê zilmê derkeve.
Dar hezar carî jî bên şewitandin wê dîsa li ser vê axê zindî bibe.”
 
Endama Komîsyona Bawerî û Mafan a HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş der barê şewatên daristanan yên li Dêrsîmê berdewam dikin nirxandin kir. Çîlemê destnîşan kir ku Elewiyan li erdnîgariya Anatoliyê heta li erdnîgariya cîhanê, ji bo parastina baweriya xwe bedelek mezin dane û li dijî desthilatdarî, neheqî, zext û zilmê têkoşîn meşandine.
 
Çîlemê destnîşan kir ku elewî her tim li dijî zilmê têkoşîn meşandine û tu car nexwestine bibin desthilatdar û wiha got: “Di baweriya elewiyan de ev cîhan dergaheke û her hebûna li vê cîhanê zindî ye. Me digot canê kevir heye zanistan jî ev ispar kir. Kevir jî di hemû hucreyên vê dergahê de bi nirx e. Lê baweriyek wisa her tim tê xwestin bê talankirin. Îro dîsa rojiya şîna 12 Îmamî nêz dibe û li Dêrsîmê dîsa şewat heye.” 
 
‘Navendên baweriyê hatin talankirin’
 
Çîlemê êrîşên li hemberî navendên baweriyê jî bi bîr xist û got li Dêrsîmê navendek baweriyê hatiye desteserkirin û talankirin. Çîlemê ev tişt anî ziman: “Êrîşên dewletê êdî bûye sîstematîk. Her havîn Dêrsîm tê şewitandin.Dêrsîm ji navenda baweriyê ya gelê Elewiye. Her dara tê şewitandin tê wateya şewitandina Seyîd Riza. Ev xweza wê li dijî vê zilmê xwedî li xwe derkeve.”