HES a li Kolikê tê çêkirin jiyana hemû zindiyan dike xeterê

  • 09:11 10 Îlon 2018
  • Ekolojî
Duygu Cînîvîz
 
SEMSÛR - Huriye Yucel a li gundê Kîlîsk ê Kolikê dijî, diyar kir ku HES a li ser Çemê kolikê tê çêkirin jiyana hemû zindiyan dike xeterê.
 
Tevî bertekên gel xebatên înşaata HES’ê ya li ser Çemê Kolikê yê li Havzaya Parka Neteweyî ya nav Çiyayê Nemrudê ya Semsurê ye, didome. Huriye Yucel a li gundê Kîlîsk ê Kolikê dijî bi lêv kir ku ji ber pirsgirêkên avê yên HES'ê, wê welatî û cureyên zindiyan bikevin bin xeterê.
 
‘Pirsgirêka aborî da koçberkirin’
 
Huriyeyê daxuyakirin ku berê ji ber pirsgirêkên aborî neçar mane koçî Stenbolê bikin û wiha got: “Ez li vir hatime dinê û mezin bûme. Em ji ber pirsgirêkên aborî çûn Stenbolê. 20 salan li wir man. Em şûnde vegeriyan. Em li rezan xebitîn û me tiriyê xwe kir bastêq û dims. Em bi vê debara xwe dikin.”
 
‘Me nikarîbûn pêşî li HES’ê bigirin’
 
Huriyeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ev çend mehe ji ber xebatên HES’ê dînamît tên teqandin û wiha pê de çû: “Tê gotin wê ev der bê av bimîne. Wê her der bê av bimîne. Ne tenê gundê me wê gundên derdorê jî bê av bimînin. Ger wisa be em ê çi bikin? Em debara xwe ji vî gundî dikin. Çavkaniyek me ya din tune ye. Dewlet niha HES’ê li vir çê dike. Ji vir şûnde wê çi bibe em nizanin.”
 
Huriyeyê daxuyakirin ku ew carek din naxwazin axa xwe terk bikin û got li vir jiyan heye û ew naxwaze ji vir biçe tu cihekî din.