Beyza Ustun: Divê hemû kes pêşî li komkujiya xwezayê bigire

  • 09:07 10 Îlon 2018
  • Ekolojî
ÎZMÎR - Prof Dr. Beyza Ustun diyar kir ku şewatên li Dêrsîm û Kurdistanê dertên bi armanca xerakirina bingeha demografîk û ji sermayê re qad bê vekirin tê kirin û got di mijara ku komkujiya li Kurdistanê bi dawî bibe, her kes berpirsyar e.
 
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Prof. Dr. Beyza Ustun derbarê şewatên li Dêrsîmê berdewam dikin de axivî û diyar ki ku ev şewat parçeyek polîtîkaya şer e û got ji aliyê dewletê ve ji bo ji sermayê re qad bê vekirin, ev şewat tên derxistin. Beyzayê bi lêv kir li Kurdistanê daristan ji 1990’an heta niha tên şewitandin û di Tîrmeha 2015'an de li Cudiyê şewata daristanan dest pê kir û ev jî bû destpêka şer.
 
‘Mudaxale nehat kirin’
 
Beyzayê bi lêv kir ku derbarê şewatên daristanan de wek HDP pêşnûmepirs dane û hewldanên ji bo temirandina şewatê jî hatine astengkirin û got: “Şewat bi destên dewletê, bi alavên şer hatine şewitandin. Bi şewata daristanan dixwazin herêmê bê mirov bihêlin û ji sermayê re vebikin. Ez dikarim mînakên Cizîr û Şirnexê jî bidim. Hedef ev bûn ku bingeha demografîk biguherin. Wek Dêrsîmê ji bo parastina qadên jiyanê her kes berpirs e. Li dijî polîtîkaya şer, parastina aştiyê berpirsyariya me hemûyan e. Divê hemû kes pêşî li komkujiya xwezayê bigire
Ev komkujiyeke divê em ji vê re bêjin êdî bese.”
 
‘Dema gel bên kuştin kes ne azad e’
 
Beyzayê destnîşan kir ku li pêş hunandina xeta têkoşîna hevpar astengiya herî mezin polîtîkayên nîjadperest û global ên dewletê ne û wiha pê de çû: “Yên li bajarên Tirk dijîn divê bizanin ku komkujiyên tên jiyîn li hember wan pêk tên. Dema gel bên kuştin ez ne azad im. Ku der dibe bila bibe. Li Kurdistanê mirov bên qetikirin em ne azad in. Dema gel ligel hev cih bigirin wê hemû pisgirêk bên çareserkirin.”