‘Divê ji bo Dersimê bertekek xurt bê dayin’

  • 09:10 3 Îlon 2018
  • Ekolojî
WAN - Hevberdevka Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Seher Kadîroglu Ataş, diyar kir ku divê li dijî şewata daristanan a li Dêrsîmê didome bertekek xurt bê dayin û wiha got: “Em wek ekolojîst dibêjin kezeba Dersim, Îzmîr, Stenbol û Trabzonê dişewite. Ji bo ev texrîbat bê sekinandin, divê hemû alî berê xwe bidin wir.”
 
Li Dêrsîmê şewata daristanan didome û li çiyayên Kurdistanê bi hezaran hektar daristan tên tunekirin. Bi taybet li herêmên ku qerekol û kalekol hene di operasyonên pêk tên de daristan tên şewitandin. 
 
Hevberdevka Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Seher Kadîroglu Ataş destnîşan kir ku li seranserê cîhanê şewatên daristanan an bi destên mirovan an jî bi kîbrîtek, cîgareyekê dertê lê li Kurdistanê rewşek cuda tê jiyîn. Seherê daxuyakirin ku li Kurdistanê daristan raste rast bi destên pergalê tê şewitandin û destûr ji bo tu mudaxaleyê nayê dayîn û got: “Ev jî polîtîkaya asîmîlasyon û bêmirovhiştinê ye. Bi derewên ku faliyetên terorê tên jiyîn dixwazin wan herêman vala bikin.”
 
‘Nahêlin kesên dildar mudaxale bikin’
 
Seherê bi lêv kir ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê qadek bi dirêjiya kîlometreyekê û firehiya 600 metreyî du rojan şewitiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gundiyan xwestiye bikevin qadê lê bi hinceta herêma qedexe ye nehiştine kes mudaxale bike. Li Çewlîkê jî gelek daristan hatin şewitandin. Li wir jî nehiştine gundiyekî dildar û aktivîst bikeve ku şewatê bitemirîne.”
 
Seherê destnîşan kir ku li Dersima ku kezeba Kurdistanê ye şewatên daristanan didomin û dîsa şewatên li vir bi destên dewletê li nêzî qerekol û kalekolan, bi avêtina topan dertê. Seherê wiha berdewam kir: “Li gorî daxuyaniyên hevalên me şewatên daristanan berfireh bûye. Di çapemeniyê de tê gotin tenê gîha dişewite û zindî zirarê nabînin. Lê gelek cureyê zindî tune bûn.”
 
‘Divê bertekek xurt bê dayin’
 
Seherê di dawiya axaftina xwe de got divê hemû kes ji bo Dêrsîmê bertekek xurt nîşan bidin û xwe birêxistin bikin û divê her kes li cihê xwe vê rewşê bike rojevê û piştgiriyê bide.